Serrûpel 2014 Hazîran

Arşîva mehane: Hazîran 2014

Dixwazin Partiyên Kurdên Sûriyê li hev bînin

Şandeke Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Hewlêrê kir û bi rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ciyiya û di civînê de Dr. Kemal Kerkûkî tekez li ser yakdengiya hêzên Kurdî kir û diyar kir ku girîng e û kongireya neteweyî bighê encamên xwe, herwiha ragihand ku dîroka PDKê û kar û xebata wê niha û nêrînê wê ji bo pêşerojê bilind û diyar in.

KCK komkujiya li Celewla şermezar kir

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, komkujiya li nahiyeya Celewla ya ser bi bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê di 8'ê Hezîranê de rû da lanet kir û sersaxî xwest.

Murat Karayilan ji Qendîlê hatiye bi dûrxistin

AVESTA KURD - Bi emrê serokê PKK Abdullah Ocalan, divabû di meha borî de Kongreya PKK-KCK bihatiba lidarxistin.

Gelo destê rêjîmê di şerê DAIŞ û YPG de heye?

Çavdêrên siyasî ku ji nêzîk ve rewşa Sûriyê dişopînin li şerê di navbera DAIŞ û YPG de bi şubhe ne. Beşek ji wan dibêje, destê rêjîmê di nava DAIŞ de heye û cihê ku bixwaze lê şer bike wê rêxistinê dide pêş. Beşek jî dibêje, ji bo ku PYD-YPG-TEV DEM sînorê xwe bizanibin û her cara ku dixwazin daxuyaniyanli dijî rêjîmê nedin, wan û DAIŞ berdide hev û ji xwe re li şerê wan temaşe dike.

“Em gavê paşve navêjin!“

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Tirkiye û Kurdistanê peymanek ku maweya wê 50 sal e îmze kirine û dibe ku maweya peymanê dirêjtir jî bikin.

Ergoşî: Ne şerte hemû civîn di bin li mediyayê bin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heftiya çûyî serdana bajarê Silêmaniyê kiriye û ji mediyayî dûr ligel serokê Tevgera Gorra Newşêrwan Mistefa civiya ye.

Nêçîrvan Barzanî pereyên Kurdistanê dide çapkirin

Endamê Parlamentoya Kurdistanê, Soran Omer diyar kir ku di civîna duh a Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed de behsa “çapkirina dirafê taybet” ê Kurdistanê hatiye kirin.

Klîpeke nû bi navê Azadî derxist

AVESTA KURD - Raper Kurd yê bi nav û deng Şerîfê Omerî (Şerîfo) bi navê Azadî klîpeke nû derxist.

Asayîşa PYD li peyamnêrê WAAR-TV xist (FOTO)

AVESTAKURD / Asayîşa PYD li Qamişlo, peyamnêrê televîzyona WAAR Îbrahîm Îsa xistin, û lê dan, heta ku canê reş kirin. Di wê demê de ku otomobînla endamê Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê, Abdullah Temikli teqiyan, û dema wî xwestibû dîmenên teqînên bikişîne, asayîşê PYD ew girtin û têra xwe lêxistin.

Dayîkên Kurd biçûk û sivik nekin

AVESTA KURD - PYD û rêxistinên ser bi wê ve, ji bo propagandayê, dayîkên Kurd ku gelek ji wan temenên wan heta 60-70 salî dirêj dike, dadixînin kolanan, klaşnîkofan didin destên wan û fotoyên wan dikişînin û li ser rûpelên Facebookê belav dikin, goya jinên Kurd bajarê xwe diparêzin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com