Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyekê de ku hatiye belavkirin, li ser êrişên DAIŞê li dijî Rojavayê Kurdistanê her wiha bangewaziya Endamê Serokatiya KCKê Murad Karayilan ragihand, helwesta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê ve eşkere ye û tekîd li ser parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê li wî beşê Kurdistanê kiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê, wiha gotiye: “Her bihusteke xaka Kurdistanê pîroz e û divê li hember êrişên dujmin were parastin.”
Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ragihandin, Herêma Kurdistanê ji destpêka kirîza Sûriyê ve piştgiriya mafên rewa yên gelê kurd kiriye û wiha aniye ziman: “Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her dem hewl daye aliyên siyasî yên Rojava bike yek.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji hemû kurdên Rojava xwestiye li hember her êriş û tehdîdekî bibin yek çimkî tenê yekrêzî û biratî kurdan bihêz dike û serkeftinê tîne û wiha gotiye: “Em dîsa ji xûşk û birayên xwe yên Rojava re dibêjin, çi lazim be û çi ji destê me were em amade ne bikin.”












































