AVESTA KURD - Çûna bi sedan a xortên Elmanya bo Rojhilata Navîn da tevlî rêzên rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) bibin, bûye cihê dilgiraniya dezgehên asayiş û xwendingehên Elmanya.
Hevşaredarê Mêrdînê li bakurê Kurdistanê Ahmet Turk êrîşên çekdarên (DAIŞ) li dijî xelkê herêma Kobanê şermezar kir û got, "Eger ez ciwan bama, ezê biçûma Kobanê û di nava refên gelê xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê minê şer bikira."
AVESTA KURD - Fazil Berwarî, Kurdekî ji başûrê Kurdistanê ye, Berwarî ye. Fermandarê giştî yê Komandiyên Malikî yên li dij terorê ye. Ew moderntirîn hêza eskerî ya Malikî ye, komandoyên taybet in, li dijî terorê ne.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva daxwiyaniya doh a Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî da û ragehand ku xelk ji ber dîktatoriyeta Malikî reviyane û hatine Hewlêrê.
Li ser sînorê Kurdistanê endamên DAÎŞ’ê diçin û tên. Li vir, li Herêma Kurdistanê gotina serok Barzanî derbas dibe, rewş aram e. Barzanî di vê hevpeyvînê de li ser metirsiyan û planên xwe diaxive.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dibêje ku “ew ranawestin heta ku hemû navçeyên ku ji bin destê wan hatine derxistin, vegerînin”. Herwiha got ku “ew nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe cihê terorîstan”.
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê di salvedgera 49’an da weka réxistineke legal ji terefé Wezareta Navxwe ya TC yé û Mehkema Bilind ‘Yargıtayé’ va hate pejirandin û niha di biné Serokayetîya Biréz Mihemed Emîn Kardeş da ev réxistin partiyeke yasayî, legal û eşkera ye.