Bi mebesta nirxandina rewşa wan navçeyên ketine ber êrîşa terorîstan û her wiha rewşa koçberan û guhgirtina dîtin û nêrîn û pêşniyaran îro pênçşem 11.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kesayetiyên olî û civakî û rihspiyên Êzîdî, Mesîhî, Misilman, Turkmen, Ermen, Şebek û nûnerên hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Şengal, deşta Nînowa, devera Tele'fer û Zummarê civiya.