Serrûpel Nûçe Li derveyê PYD Kurdan hêzeke eskerî ava kirin

Li derveyê PYD Kurdan hêzeke eskerî ava kirin

Belav bike

Siûd Mele, di hevpeyvînekê de got, Kobanî di xeterê de ye, ew ji 3 aliyan ve rastî êrîşan tê, bajar tê topbarankirin, û DAIŞ tenê 2 kîlometran ji Kobanî dûr e.

Sekreterê PDK-S got, wan weke Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hêzeke eskerî amade kirine, ew hêz niha li ser sînorê Tirkiyê amade ye û ewê di demeke pir nêzîk de derbasî Kobanî bibin.

Siûd Mele got, sedema ku hêza wan hinekî bi derengî ket ew bû, ku ew cihê xwe li Kobanî bibînin, ji bo ku bajêr ji êrîşên terorîstan biparêzin û bi hêzên PYD re nekevin şerekî dijber.

Mele got, ew niha bi PYD re di diyalogê de ne, ji bo ku hêzên PYD astengiyan ji wan re dernexînin, ji ber ku hêzên ENKS wê ji bo parastina Kobanî derbas bibin.

Siûd Mele her wiha got, astengkirina derbasbûna hêzên ENKS di di berjewendiya Kurdan de ye.

AVESTAKURD