Parlamenterê kurd û Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav beşdarî bernameya Legel Renc a Rûdawê bû û ragihand, PDK li hember bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li Kobanî çêdibin destê xwe li ber hev re nekiriye û nesekiniye.
Omêd Xoşnav wiha axivî: “Ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû hewlên xwe dide ji bo ku ew piştgiriya navdewletî ku ji Başûr re tê kirin ne tenê ji Kobanî re lê ji bo hemû Rojavayê Kurdistanê jî bê kirin.”
Xoşnav da zanîn ku di vî warî de gavên baş jî hatine avêtin û wiha got: “Sê sal berê li Hewlêrê dema hemû hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê kom bûn Serok Barzanî ji wan re got, eger hûn bibin yek Herêma Kurdistanê li pişta we be.”
Wî parlamenterê Başûrê Kurdistanê li ser şandina çek û alîkariyên leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê jî wiha got: “PYD nahêle. PYD ne tenê pêşiya hêzên Başûr digire lê pêşiya hêzên Rojava jî digire û nahêle herin tevlî şer û berxwedanê bibin.” Rûdaw











































