Asya Ebdûllah diyar kir ku çekdarên DAIŞ bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin û got YPG û YPJ li dijî wan berxwedaneke mezin nîşan didin.
Ebdûllah her wiha got wê berxwedan berdewam bike, lê alîkariya wan bi korîdoreke alîkariyê heye û ji hêzên kaolîsyonê xwest, ku guh bidin vê daxwaza wan.
Asya Ebdûllah ragihand ku li nava bajêr pevçûnên kolanan dewam dikin, DAIŞ jî bi çekên giran ên li derveyî bajêr bicih kiriye re, cihên ku sivîl lê dijîn bombebaran dike.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdûllah got ku DAIŞ ji Reqa, Minbic, Cerablûs, Sirrîn, Tel Ebyad û Ayn Issa hêzên nû û çekên giran tîne û pêwîstiya wan alîkariya eskerî heye.












































