Serrûpel Nûçe Roja duşemê PYD û ENKS li Hewlêrê dicivin

Roja duşemê PYD û ENKS li Hewlêrê dicivin

Belav bike
Ev çend rojin, gotûbêjkirina avakirina hêzeke kurdî li derveyî YPG ji aliyê ENKS de di rojevê de ye.
Hem welatên rojava hem jî welatên ku dixwazin alîkariya Kurdan bikin ji bo ku Kobanî ji destê DAIŞ derxînin dibêjin, ji ber ku PYD-YPG girêdayî PKK ne ew alîkariya wan nakin, eger ku hêzeke kurdî ji aliyê ENKS ve were avakirin, ewê bibin alîkar û wê artêşa Azad û Emerîka jî bi rengekî ji rengan bibin alîkar û weke hevpeyman bibînin.
Niha hemû çav li ser Hewlêrê û roja duşemê ne, ka wê her du alî li ser çi bingehê li hev bikin.

Ji 15.09.2014 ve çekdarên DAIŞ êrîşî Kobanî dikin û heta niha beşekî mezin ji Kobanî ketiye destê DAIŞ û şervanên YPG-YPJ bi qehremanî li ber xwe didin lê belê hêza wan têra şerê DAIŞ nake, ENKS jî got hêza wan ya eskerî amadeye derbasî Kobanî bibe, û ew naxwazin bi YPG re bikevin şer, ew dixwazin bi hemahengî bi YPG re şerê DAIŞ bikin.

Bêhtirî 2000 pêşmergeyên Rojava niha li başûrê Kurdistanî perwerdekirî ne û amade ne derbasî Kobanî bibin.