Hemeyê Hacî Mehmûd behsa sohbeta xwe û Salih Mislim dike û dibêje Salih Mislim jê re got:
— Ez li gelek cihan geriyam û digel gelek heval, şexsiyet û kesayetiyên siyasî yên başûr, bakur û rojava jî civiyam lê belê min nekarî ji bo Kobanê piştgiriyekê peyda bikim. Yên me bi xwe jî ku soz dabûn min û digel min hatin da xelkê qane bikin, mixabin nekarîn karekê konkret ji bo Kobanê û rojava bikin. Herî dawiyê ez digel Tirkiyeyê civiyam û min nekarî hîç tiştekî li wan bidim qebûl kirin.
— Hindik mabû ku rojava ji destê me biçe. Her cihê kû ez diçûmê daxwaza piştgiriya başûr yanî Barzanî li min dikirin. Dema min dît ku Barzanî bêyî ku ji me re bibêje arîkariya xelk û şervanên Kobanê kir min biryar da ku hêdî em nebin eskerê tikesî û em bi xwe xizmeta hevdu bikin. Lewra me biryar da ku li gor usûlê digel hêzên dî yên rojava kom bibin û em di bin çavdêriya Barzanî de civiyan.
— Di hevdîtina min ya yekê de ku ez seetekê digel Barzanî rûniştim ji min re got heger hûn li hev nekin jî ez dê arîkariya we bikim ji ber Daiş li dijî doza miletê kurd e û ne li dijî aliyekî tenê ye.
Hemeyê Hacî Mehmûd dibêje wî jî pîrozbahî li vê helwêsta kurdên rojavayê Kurdistanê kir û got ew hêvî dike ku kurdên rojava bigihîn netîceyekê da hemî aliyên kurdî bikarin bi hev re rûbirûyê dijminên miletê kurd bibin û netewe û xaka Kurdistanê di vê qunaxê de biparêzin.Nefel










































