AVESTA KURD – Meşên ku alîgirên PYD-PKK li ewropa û welatên rojava çêdike, têde sûretên Kobanî nayên hildan, û pankart ji bo rizgarkirina Kobanî nayên bilindkirin, di wan meşan de wêneyên serokê PKK û alên PKK-PYD têne rakirin. Ji ber ku welatên Ewropa nêzîkî 25 salane çavên wan fêrî wan meşan bûne, ji bo wan balê nakişînin û ji bo raya ewropî wiha tê ew meş weke meşên PKK yên berê ji bo azadkirina seorkê PKK Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê jî şopînerên Kurd ji wan meşan daxwaz dikin, madem meş ji bo Kobanî têne kirin, bila ji xeynî wêneyên Kobanî tu wêneyên din yên partiyan neyên rakirin, ji bo ku xelk bizanibe ew meş bi çi armancê çêdibin.











































