Alîgirên PYD li Hewlêrê peyamnêrê Rûdawê birîndar kirin, û ew bi giranî birîndarkirin. Alîgirên PYD û PKK li Hewlêrê ji bo Kobanî daketibûn kolanan û meşek li dardixistin, peyamnêrên RÛDAWê Hejar Ergoşî û Mihemed Izeddîn jî çûbûn meşê ji bo ku romal bikin, alîgirên her du partiyan êrîş kirin û bi giranî Hejar Ergoşî û Mihemed Izeddîn bi kêran birîndar kirin. Di êrîşa alîgirên PKK-PYD de berdevkê Polîsên Hewlêrê jî birîndar kirin. Alîgirên PKK-PYD sloganê weke bijî serok jî avêtin û Kobanî ji bîr kirin.