Çi dikî bike lê nekeve şerê kolanan. Em di pêvajoya tekoşînê de ne, ne di pêvejoya derekê bigirin û bernedin. Em ji bo mirovan, ji bo gel xwe didin kuştin û her fedekariyê dikin, lê nabe em ji bo bajarekî biçin mirinê. Em dikarin bajêr berdin û sibî, ger sibî nebe, dusibê lê vegerin. Ev ne eyîb û ne şerm e. Eyîb û şerma mezin ew e gava mirov di rewşên zor de nekaribe çareyan ji jiyana şervanan re bibîne.