Serrûpel 2014 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2014

Yek ji şîrketên herî mezin li cîhanê banga KOBANÎ kir

Avakar û serokê lîjneya rêveberiya gruba Şirketên Virgîn ku li Ingilîztanê û dinyayê yeke herî bi hêz e Richard Branson got; rewşa Kobanê ya dawiyê min pir xemgîn dike, Tirkiye ji bo bi kurdan re li lihevhatin û aştiyê pêk bîne, vê firseta dîrokî divê bi alîkariya Kobanê re pêk bi kar bîne.

FALŞ: Salih Mislim ligel Emerîkiyan rûnişt

AVESTA KURD - Îro hevserokê PYD Salih Mislim li Duhokê ligel rayedarên Emerîkî civiya. Hevdîtin di demeke wiha de pêk hat, ku li Duhokê li di navbera ENKS û PYD de birêve diçe. Ji 14 vê mehê ve li Duhokê li otêla Dilshad Palace, her du alî di bin çavdêriya serok Barzanî di civînê de û dixwazin di nava hev de protokoleke xebateke hevbeş îmze bikin, bi taybetî di warê îdarekirina rojavayê Kurdistanê û hêzeke eskerî ya hevbeş de.

Kê ciwanên rojava bêdeng kirin?

AVESTA KURD - Demekê li rojavayê Kurdistanê deng bi lingên ciwanan diket, erd dihejandin û di xwepêşandanan de li pêş bûn serkêşiya şoreşê dikirin

Partiyên Rojavayê li Dihokê li hev kirin (Hat nûkirin)

Civînên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Dihokê berdewam in û herdu alî li ser pirsa lêvegereke siyasî li hev kirin.

Kî ji kê çi dixwaze?

Civîna nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) derbasî roja sêyem bû, heta niha jî ti rêkeftin çênebûne, tenê her du aliyan reşnivîsên xwe radestî hev kirine.

Nameyeke vekirî ji bo sokomarê Tirkiyê

Nameya Dr. Musa Kaval ji bo serokomarê Tirkiyê Receb Teyib erdogan

Komîteyek ji 6 kesan pêk hat

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ku li bajarê Dihokê dicivin, li ser pêkanîna komîteyekê rêkeftin ji bo amadekirina reşnivîsekê da bibe bingeh ji danûstandinên her du aliyan re, her du aliyan jî soz dane Barzanî ku ew bêy rêkeftin ji civînan bi cih nahêlin.

“Partiyeke weke PDK ji bakur re lazim e“

Birayê rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê ragehand ku, ew neçûye nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê, lê alîgirî û piştîvaniya wê dike. Li gor zanyariyên BasNewsê, serkirdeyê berê yê PKK’e Osman Ocalan ku niha li Başûrê Kurdistanê dimîne, dê ligel 30 serkirdeyên PKK’e bên nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).

Binêrin ev berber çi dike: Bawer bikin!

Binêrin ev berber çi dike: Bawer bikin!

Civîna Duhokê îro jî berdewam dike

AVESTA KURD - Ji duh ve civîna Duhokê di navbera TEV DEM-PYD û ENKS de berdewam dike. Civîn ji aliyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate vekirin. Barzanî ji aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê daxwaz kir ku nêzîkî hev bibin, bi yek bin, helwesta xwe bikin ye û yek rêz bin, û serkeftin di yerêziyê de ye. Barzanî her wiha got, li cem wî ferqa Kobanî û Hewlêrê tune ye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com