Ji başûrê Kurdistanê ye
Xortekî kurd ê Başûrê Kurdistanê ku tevlî DAIŞê bibû, piştî ku ji aliyê hêzên Asayişê ve hat girtin, ji Rûdawê re çawaniya tevlîbûna xwe ya nav DAIŞê eşkere kir.
Peykerê Şêre-jina Kobanê li Sine hat çêkirin
Hadî Ziyaedînî hunermendê Kurd, heykelek wek sembola berxwedana şêrejinên Kobanê, qaşoyî dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) ê, di Sineya Rojhalatê Kurdistanê de çêkir.
Xwedî li Prof. Qedrî Yildirim derketin
Wek tê dizanîn di 18.11.2014an de li dijî Unîversîteya Mêrdînê, nemaze jî li dijî mamosteyên beşê kurdolojiyê û Prof. Qedrî Yildirimê cihgirê rektorî operasyonek pêk hat.
500 Mîlyon Dolar ji bo Kurdistanê hate serfkirin
AVESTA KURD - Di encama lihevhatina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Kurdistanê 150 hezar bermil petrol, rojane wê bişîne depoyên şîrketa Îraqî SOMO li Bendera Ceyhan li Tikriyê û Bexda jî wê 500 mîlyon dolar ji Kurdistanê re bişîne. Kurdistanê petrol şand, Bexdayê jî îro 500 mîlyon dolar ji bo hesabê Kurdistanê serf kir.
Teqînek li pêşiya Parêzgeha Hewlêrê çêbû
Teqînek li pêşiya Parêzgeha Hewlêrê çêbû, heta niha encamên wê nayên zanîn, kesek nikare nêzîkî cihê teqînê bibe, herêm ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dorpêçkirî ye. bi kêmanî 5 şehîd hene (3 polîs û 2 welatî), gelek jî birîndar bûne.
Otomobîleke bombekirî teqiya, çalakiyeke intîharî bû. Otomobîl Mercedes bû. Teqîn derdora saet 12.00 bi dema Hewlêrê çêbû.
Serok Barzanî behsa şerê li Kobanî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona France24 a Fransayê ku îşev hat belavkirin, behsa şerê DAIŞê li Iraq û Kobanî kir û ragihand, heta niha hêzên hevpeyman nekarîne li Iraqê derbên kûr li DAIŞê bidin.
Hulya Avşar diçe cem jinên Kobanî
Hunermenda Tirkiyê ya Kurd Hulya Avşar, ji bo ku jinên Kobanî bibîne û li derd û êşa wan guhdarî bike, wê biçe Pirsûsê, ku koçberên Kobanî li wê derê hatine bi cî kirin.
Komutanekî PKK pêşmergeyan perwerde dike
AVESTA KURD - Ew berê Fermandarekî bilind yê PKK bû di nava gerîla de. Navê wî yê rastîn Seyîd Çurrukaya ye, di nava PKK de navê wî Dr. Silêman bû. Ew di sala 1991 de li Çukurova xwendekarê Tibê bû. Piştre tevlî PKK bû. Roj bi roj di nava PKK de bilind bû, di sala 1993 de bû berpirsiyarê Eyaleta Amedê û di nava komîteya navendî û serkirdayetiya PKK de cih girt.


































