Serrûpel 2014 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2014

“Berî em biçin %80 di destê DAIŞ de bû”

Emîd Ehmed Gerdî, fermandarê pêşmergeyan li Kobanî behsa şerê nava bajarê Kobanî dike û dibêje, berî ku ew biçin ji %20 di destê Kurdan bû, niha ji %50-55 di destê Kurdan de ye...

“Emê bergiriyê li Efrînê bikin“

AVESTA KURD - Di hevpeyvîneke xwe de berdevkê YPG got, berxwedana wan li hember terorê sînoran nas nake.

Tirkiyê nehîşt Papa biçe serdana Kobaniyan

Hat îdia kirin ku Papa Francis di çarçoveya serdana Tirkiyeyê de xwest biçe serdana penaberên Kobanî, lê diplomatên Tirkiyeyê astengî ji wî re derxistin.

Salih Mislim li gotina xwe xwedî dernakeve

Li ser hevpeyvîneke Salih Mislim ku gotibû ew û Cebhet El Nusra dixwazin Sûriyeke demokratîk ava bikin û armanca wan digihê hev û ew dikarin bi hev re kar bikin, partiya wî PYD daxuyaniyek da û têde got ku Mislim ew tişt negotiye û nerast e. Di derbarê vê yekê de, bi uslubekî xerab bêyî ku haya wê ji hevpeyvînê hebe û bizanibe serokê wê li kuderê çi gotiye, hevpeyvînê derewîn derdixîne. Yan haya Salih Mislim ji partiya wî tune ye, yan jî partiya wî haye wê ji serokê wê tune ye... Ew hevpeyvîn di Xebat de hatibû weşandin, fermo bixwînin.

Binêrin çi dike û çi nake!

AVESTA KURD - Stêrka magazînê, Kim Kardashian derkete pêşberî kamerayê û nûtirîn wêneyên xwe, ji bo kovara magazînê Paper dane kişandin.

Herêma Tampon li ser maseya Obama ye

Avakirina herêma tampon li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de li ser maseya serokê Emerîka Barak Obama ye.

Çîroka bav û keçeke şervan li Kobanî (Kobanî)

Çîroka bav û keçeke şervan li Kobanî (Kobanî)

“Em amade ne bi Cebhet El Nusra re kar bikin“

Di hevpeyvîneke xwe de hevserokê PYD Salih Mislim got, çûna pêşmergeyan ji bo Kobanî, hêzeke ji bo hemû Kurdan, û dem hatiye ku Kurd yek bin, ji ber ku dijminê Kurdan dijminekî bi hêz e, û Kurd li hember êrîşeke mezin in.

150 pêşmerge bi selametî gihiştin Kobanî

AVESTA KURD - 150 pêşmergeyên Kurdistanê ji Hewlêrê ber bi Kobanî ve bi rêketin. Ew pêşmerge wê cihê pêşmergeyên din bigirin. Pêşmerge bi balafirê çûne Ruha, ji wir derbasî Surucê bûn û piştre çûne Kobanî. Roja 28.10.2014 150 pêşmerge çûbûn Kobanî.

Rêkeftina ligel Bexdayê eşkere kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku ew ligel Bexdayê gehiştine rêkeftinekê, lê heta niha rêkeftina dawî çênebûye, amaje kir jî ku ev danûstandin destpêkeke baş e bo her du aliyan.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com