Serrûpel 2014

Arşîva salane: 2014

Karayilan bi dizî çûye Rojava

AVESTA KURD / Hefteya borî serkirdeyê PKK Murat Karayian bi serdaneke dizî çû Kurdistana Sûriyê û hevdîtineke teng ligel berpirsiyarên PYD-TEV DEM û komutanên YPG re çêkirin.

“Hûn îdareya çi dikin heta ku werin naskirin?!“

AVESTA KURD / Li ser ragihandina kantonan ji aliyê PYD li rojavayê Kurdistanê û sedema nenaskirina wê îradeyê, berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî wiha axifî: Eger rêjîma Sûriyê bi hêz bibe, ewê dîsa wan herêmên ku rêveberiya demkî (kanton) lê hatine ragihandin, paşve vegerîne.

YNK dixwaze Hikûmet piştgiriya Kantonan bike

Encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye ragihandin bike.

Terziyekî Kurd dibe stêrka sînemayê

AVESTA KURD - Navê wî Ronî Şamliyan e. Ew ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Kobanî ye. ew li Almanya dijî. Terzî ye. Lê di fîlma derhênerê Kurd yê naskirî Şiyar Ebdî, xwediyê fîlma MEŞ, serlîtikvan e. Şiyar Ebdî li ser şoreşa-bûyerên Sûriyê fîlmeke sînemayê amade kiriye, li herêma Kobanî hatiye kişandin, navê wê (Li ser Riya Heleb), tê çaverêlirin ku di yek ji festîvalên mezin yên navnetewî de cih bigire û bikeve pêşbirkê.

Stranbêja Kurd bi kuştinî tê tehdîdkirin

AVESTA KURD - Stranbêja Kurd Helly Luv, ji aliyê hinek kesên nenas ve bi kuştinê tê tehdîdkirin. Kesên ku wê tehdîd dikin dibêjin ku wê di vîdyo klîpa xwe de bêexlaqî kiriye û dibêjin ku wê Masonîtî kiriye, ji ber ku di klîpa wê de sembola Mamonîzmê heye.

Nameya Ocalan îro digihê destê Barzanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandibû dê sibê bigihîje destê wê. Lê endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureya Onder ragihand, nameya Ocalan dê roja sêşemê (dusibê) bigihînin destê Barzanî.

Muzîkê bi pisîkên Wanê didin guhdarîkirin

AVESTA KURD / Li Navenda Lêkolînê ya Malapisîkan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê her roj 9 saet muzîkê bi pisîkan didin guhdarîkirin.

Êdî Desteya Bilind namîne

AVESTA KURD / Hevserokê Meclîsa Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed got, wê hemû dezgehên ser bi Destela Bilind ve ji bo Rêveberiya Demkî werin teslîmkirin.

Serokê PKK li ser vîdyoyên xwe çi got?

AVESTA KURD / Şanda BDP-HDP’ê di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi Serokê PKK Abdullah Ocalan re pêkanî de da diyar kirin ku, Ocalan gotiye; “dîmenên vîdeoyê yên ku di rojên dawî de hatine weşandin bi armanca xelaskirina pêvajoya çareserî yan jî bê îtibarkirin weke pilanekî veşartî hatine montajkirin.”

Vegeriya welat

Piştî geştekî ji bo Ewrupa û serdana her yek ji welatên Awusturya (Nemsa), Belçîka û Elmanya û her wiha beşdarîkirina Korbenda Aboriya Cîhanî li Davosa Swîsre, îro şemî 08/02/2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Kurdistanê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com