Serrûpel 2014

Arşîva salane: 2014

Kurê Talabanî navê kurê xwe kir Kobanî

AVESTA KURD - Kurê serokê berê yê Îraqê Celal Talabanî, Bafil kurek jêre çêbû û nav kir Kobanî. Bafil zavayê Berpirsê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Bextiyar e. Mele Bextiyar li ser rûpela xwe ya Facebook nivîsand ku neviyekî wî (keça wî Lave) ji dayîk bûye û nav lê kirine Kobanî, ew jî ji ber berxwedana Kobanî li hember Daişê

Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyê.

Endamekî şanda Serokwezîrê Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê û li wir rêkeftina aborî û bazirganî îmza dike.

Stranbêja Kurd Mijdîn xwe ji bo Kobanî tazî dike

Stranbêja Kurd Mijdîn, ji bo rizgarkirina keçên Êzîdî amade ye xwe tazî bike û ligel DAIŞ bikeve pêwendiyê.

Nêçîrvan Barzanî li ser jinan çi got?

Nêçîrvan Barzanî li ser jinan çi got?

Kurdistanê dersên wî ji programan derxist

AVESTA KURD - Şaîrê Îraqî yê Komunîst Seedî Yusuf, di helbesteke xwe de gazinan li welatên erebî dike û ji bo Îraqê jî diyar dike ku ew perçe bû ye. Dema ku di helbestê de gotin tê ser Kurdan, dibêje ew Qird in, li Qirdistanê dimînin. Li ser vê yekê wezareta xwendinê helbestên wî ji programa xwendinê derxist û jiyana wî ji nava dersan da aliyekî.

“Çekdarên DAIŞ weke berê li Kobanê nemane“

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Kobanê tekez kir ku Kobanê ji DAIŞ’ê tê paqijkirin û got: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê wek caran li Kobanê nemane û niha hewl didin ku paşde vekişin.’‘

“Kurd naxwazin xwe li Musilê bidin kuştin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ti kurdek naxwaze xwe ji bo Mûsilê bide kuştin. Barzanî her wiha got, dibe ku arîşeyên Iraqê bi sîstemeke konfederal bên çareseririn.

Pêşmerge ji Kobanî derdikevin

Emîndarê wezareta Pêşmergeya Jebar Yawer ragihand ku pêşmergeyên ku çûbûne Kobanî ji bo ku li kêleka şervanên Kurd şerê hêzên DAIŞ bikin, wê vegerin herêma Kurdistanê û li şûna wan wê pêşmergeyên din cih bigirin.

Bi kefalet hate berdan

Îman Gavami, ew jina ku ji ber bi mêran re li maça voleybolê temaşe kiribû, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin, bi kefalet serbest hate berdan. Ew bi eslê xwe Îranî ye lê welatiya Îngltere ye. Îman, roja 20 hezîranê bi mêran re, li maça voleybolê ya di navbera Îranê û Îtalya de temaşe kiribû.

Serokwezîrê Tirkiyê çû serdana Pêşmergeyan

Serokwezîrê Tirkiyê li herêma Diyana li başûrê Kurdistanê çû kampa Pêşmergeyan, li wê derê eskerên Tirk pêşmergeyan perwerde dikin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com