AVESTA KURD - Parlamenterê HDP û siyasetvanê Kurd Murat Bozlak, ku ev demek bû ji ber şêrpençeya Prostat dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da û wefat kir.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 04.01.2015ê, serdana bereyên şer li baskê Rojavayê Dicle û devera Sihêla li tixûbê Zumar kir û di dîdarekê de digel fermandarên hêzên pêşmerge û berpirsên leşkerî rewşa deverê, pêşhatên dawiyê yên leşkerî û pêşdeçûn û serkeftinên berdewam yên pêşmergeyê Kurdistanê li cenga dijî terorîstên DAÎŞ nirxandin û behsa pêdawîstiyên pêşmerge li bereyên cengê hat kirin.
Biryar bû îro, Yekşemê, civîna Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê birêve çûba, lê ji ber pêdagiriya TEV–DEMê li ser beşdarîkirina her 3 endamên derkirî yên ENKSê, civîn lidar neket.
AVESTA KURD - Jina bi navê Jasmine Tridevil (21), ku li Emerîka li eyaleta Florida dijî kete bin bandora fîlman û ji xwe re 3 memik bi emeliyatê çêkirin.
Li gor rojnameya brîtanî Daily Meil, li Hindistanê meymûnekî ku bûye qurbanê kontakta kehrebê, dema ku li stasyoneke trênê bi bi ser stûnekî kehrebê ket, kontakt dibe û li erdê dikeve, ji ser hişê xwe diçe.
Endamê Rêveberiya KCKê Murad Karayilan, diyar kir ku ew di şerê DAIŞê de tenê dixwazin destkeftên Başûr biparêzin lê “hinek alî dixwazin navbera me û PDKê de fitnetiyê bikin”. Karayilan her wiha ragihand, Ocalan dê peyamekê ji Barzanî re bişîne û daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd jê bike.
AVESTA KURD - Şînda Xelîl, hunermendeke Kurd bû, ji Qamişlo bû, li Sûriyê di gelek fîlm û rêzefîlman de lîstibû, bi destpêkirina bûyerên Sûriyê re, tevlî malbata xwe koçberî Danîmarka bûbû, ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin.