AVESTA KURD - Nakokiyên di navbera Serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Wehde) her ku çûn kûrtir bûn. Piştî gelek hewldanan aliyên nakok nikaribûn li hev bikin. Serkirdeyê El Wehde, Dr. Kamîran Hecî Evdo ku serkêşiya grûpa li hember sekreterê El Wehde Şêx Alî dike, civînek li Qamişlo çêkir û têde ragihand ku êdî Şêx Alî ne sekretere û di civînê weke sekreterê partiya El Wehde hate hilbijartin.