Serrûpel Nûçe Xelkê Kobanî: Bila Pêşmerge li Kobanî bimînin

Xelkê Kobanî: Bila Pêşmerge li Kobanî bimînin

Belav bike

Tu ji kîjan xelkê Kobanî pirs dikî, bila pêşmerge li Kobanî bimînin yan na, yekser bersivê didin û dibêjî na bila her demê li Kobanî bimînin, ji ber ku pêşmerge ji Kobanî derkevin û balafir ji bo lêdana Daiş ne amade bin, wê dîsa Daiş derbasî Kobanî bibe.

Xelk dibêje, Daiş, her demê li ser Kobanî xeter e, ji ber ku heta niha bajarê Cerablus di destê daiş de ye, her wiha Munbic, Bab,Til ebyed, ev her demê xeterê li ser Kobanî çêdikin, eger ne pêşmerge, bombekirina balafiran û berxwedana YPG ba, niha Kobanî di destê daiş de bû, ji ber ku vê yekê xelk dixwaze pêşmerge li Kobanî bimînin.