Idlib kete destê Cebhet El Nusra
Piştî şerekî dijwar di navbera hêzên hikşmeta Sûriyê û hêzên opozîsyonê Idlib kete destê Cebhet El Nusra. Opozîsyon hikûmetê tewanbar dike ku girtiyên di zindanan de kuştine.
DAIŞ 500 otombîl derbasî Sûriyê kir
Li gorî ajansên nûçeyan yên Iraqê, DAIŞê 500 otombîl ji corê “Toyota” bi nemreyên Iraqî ji navçeya “Beac” ber bi welatê Sûriyê dibin.
“Em hêzeke din ya eskerî qebûl nakin”
AVESTA KURD - Hevserokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya El Heyat ya Erebî got ew li rojavayê Kurdistanê hêzeke din ya eskerî qebûl nakin û her wiha qebûl nkin ku hêzeke eskerî û siyasî ya munafis li rojavayê Kurdistanê hebe.
Selahedîn Çelîk li ser şehadet û xiyanetê nivîsand
Civak, ol û bîr û baweriyên bêyî wan gotinan tinene.
Partiya AZADÎ careke din bi navê xwe kar dike
Daxuyaniyek bi navê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, hate weşandin û têde hare gotin ku hejmarek ji endam û serkirdeyên wê partiyê civînek li darxistin û rewşa siyasî û rêxistinî gotûbêj kirin.
Deklerasyona damezrandina Kongreya Kurdan
Kurdên ku li ser erdên Împaratoriya Rûsyayê û Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst jiyane, niştecihên qedîm ên Kafkasyayê û di heman demê jî, yek ji kevnartirin komên kurdan ên li cihanê ne.
Gotibû ewê biçe li Sûriyê fîlmekê bikişîne
AVESTA KURD - Lîstikvanê Sînemayê yê Rûs Wadim Dorodiyêv, di sala 2014 de, ji jina xwe re gotibû ewê biçe Sûriyê fîlmeke sînemayê bikişîne. Jina wî jî jêre gotibû, zarokan jî bi xwe re bibe û xwestibû bi wî re biçe Sûriyê, lê wî qebûl nekiribû.
Birêvebirê nexweşxaneyê nehîşt were dermankirin
AVESTA KURD - Di encama teqînên Newroza Hesekê de, gelek birîndar ji ber ku li rojavayê Kurdistanê nikaribûn werin dermankirin, ew hatine başûrê Kurdistanê. Îro dayîkeke birîndar û bavek tevî 2 zarokên xwe yên ku di teqînê de şewitîbûn çûne pêşiya nexweşixaneya Rojava li Hewlêrê, lê birêvebirê nexweşxaneyê nehîşt ew derbasî nava nexweşxaneyê bibin û werin dermankirin.
Barzanî 3 ton derman şand rojavayê Kurdistanê
Berpirsê Derbasgeha Sînorê Pêşabûr eşkere kir, rê ji bo birîndarên Hesekê vekiriye û heta niha şeş birîndar gihîştine Herêma Kurdistanê û bi biryara Serok Barzanî jî 3 ton derman ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.
“Divê Mesûd Barzanî di posta xwe de bimîne“
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di postê xwe de bimîne heta ku herêm vê krîza niha derbas bike. Barzanî behsa rola Amerîkayê di şerê DAİŞê de jî kir û got: ‘’Di hevkarîkirina Kurdistanê ya di şerê DAİŞê de Amerîka bi bandortirîn welat bû.’‘


































