AVESTA KURD - Di civîna xwe de ligel serokeşîretên Zimar û Rebîe, serokê Kurdistanê suhbeteke dirêj ligel wan kir û behsa dostanî û biratiya bi Ereban re kir. Şêxekê Ereban di wê civînê de got, bapîrê wî hespek daye Şêx Abdulselam Barzanî, ew jî dixwaze hespekî bide serokê Barzanî.
Mesûd Barzanî keniya, spasiya wî kir û got, ew nizane li hespan siwar bibe, di dema şoreşa Gulanê de ew çend caran li hespê siwar bû, lê kete xwar, ji ber vê yekê piştre wî palpiştiya xwe bi piyên xwe kir, hemû civak bi hev re keniya.