Serrûpel 2015 Adar

Arşîva mehane: Adar 2015

Binêrin di 6 deqeyan de çi çêdibe

Hunermendê Kurd Serdar Karatay di 6 deqeyan de tabloya Mistefa Barzanî çêdike.

Çawa ji DAIŞ rizgar kir?

AVESTA KURD - Jineke Kurd bi navê Xoro Ebdullah Salih û zarokên wê ku li Şengalê ji aliyê DAIŞ ve hatibûne revandin, û ew biribûn Sûriyê, xortekî ji Kobanî li bajarê Minbicê li Sûriyê xwe digihîne wan û wan ji destê DAIŞ rizgar dike û bi selametî wan digihîne bakurê Kurdistanê bajarê Surucê.

Partîya Întegrasyonê HDP

Min nedixwest li ser vê mijarê binivîsim. Daxûyanîya vê dawîyê ya hevbeş a berdevkên dewleta Tirk û HDPê ya bi 10 xalî ez mecbûr...

Pozên Sexy dane kovarekê

Parlamentera Kurd, Zuhal Demir (35) ku ji bakurê Kurdistanê ye û Elewî ye, li Belcîka li ser Lîsteya Partiya Cudaxwaz ya Flaman parlamenter e, pozên gelekî balkêş û cuda dan kovara magazînê P-Magazine. Wan wêneyan ku gelek di nava meclîsê de hatine girtin, raya giştî ya Belcîka tevlîhev kir.

Kurdekî di nava DAIŞ de qatilê Hucam kuşt – FOTO

Kesên ku Hucam Surçî şerjî kiribû Kurdekî bû, di nava DAIŞ de bû. Hucam şehîd ket û 11 zarok sêwî li pey xwe hîştin. Di nava DAIŞ de, Kurdekî din kemîn li ber qatilê Hucam danî û ew kuşt. Li gor zanyariyên ji Musilê, navê qatilê Hucam Muwefeq Eseed Iskender bû ye, ew ji gundê Şanê bû ye, ya ser bi parêzgeha Duhokê ve.

Tiştê balkêş di hevdîtina Barzanî û Renzi de

Di hevdîtina serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi de, 3 al hebû, ala Kurdistanê, ala Îtalya û ala Yekîtiya Ewropa. DI hevdîtinê de serokwezîrê Îtalya diyar kir ku ewê alîkariya xwe ji bo Kurdistanê berdewam bikin.

6 tiştên hûn li ser Yaşar Kemal nizanin

6 tiştên hûn li ser Yaşar Kemal nizanin

“YPG hîn jî zarokan çekdar dike“

Komîteya navdewletî ya mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, rapora xwe ya meha şibatê weşand û têde cihekî fereh dide çekdarkirina zarokan ji aliyê YPG ve.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com