Serrûpel Nûçe DDKK ya kevin DDKD ya nû nas nake

DDKK ya kevin DDKD ya nû nas nake

Belav bike


 

Em damezrênerên DDKDyê, birêveberên wê yên Komîteya Navendî, Komîteya Giştî  û yên deverî yên ku navên wan li jêrê hatine nivîsîn, pêwîst dibînin ku di heqê wan xebat û çalakîyên “sîyasî” ku ji demekê ve ye li ser navê DDKDyê dihên kirin, raya giştî agahdar bikin. Em vê yekê hem li hember gelê Kurdistanê hem jî li hember navê DDKDyê ku di eynî demê de navê ciwanîya me bû, wekî berpirsîyarîyeke xwe dibînin.

Di vê çarçoveyê de;

1.     DDKD, navê komeleyekê ye ku ew weke rexistina xortan (ciwanan) ya tevgereke sîyasî hatibû avakirin û vê  komeleyê têkoşîneke birûmet bi rê ve bir. Îroj, piştî pêkhatina gelek bûyerên sîyasî, êdî maf û desthilata tu kesî tune ye bi navê DDKDyê ku ew rêxistina xortan û tevgera sîyasî tîne bîra mirov, tevbigere. Mafê tu kesî tune ye ku xwe bispêre navê DDKDyê û xwe mîna berdewama ked û tradîsyoneke sîyasî ya 45 salan bide xuyakirin û binavkirin. Loma jî, di rewşa heyî de ew xebatên ku bi navê  Komeleya Kurd a Demokrat a Şoreşger (DDKD) a ku di bin serokatîya Îmam Taşçier de tê birêvebirin, li gora temsîlîya wê ya di raya giştî de tê zanîn, ne ji alîyê fikrî, ne jî rêxistinî ve elaqeya wê bi tradîsyona dîrokî ve tune ye. Em ji wan kesên ku vê îstîsmarê dikin û her weha yên ku vê îstîsmarê qebûl dikin û mixatab digrin, daxwaz dikin ku dev ji van helwestên xwe yên şaş berdin.

 

2.     Kesên ku bi navê DDKDyê derdikevin pêşberî raya giştî, bêyî ku nav û temsîlîyeta tradîsyona DDKDyê bi kar bînin, xwedîyê maf in ku bi her navekî din yan jî rêxistineke sîyasî ya din ve tercîha xwe ya sîyasî bikin û bixebitin û eger em ne li gel tercîha wan bin jî em dê rêzdarîya xwe ji bo tercîha wan nîşan bidin.

 

3.     Hin beyan, deklerasyon, tifaq û dîtinên ku di demen cuda de bi navê DDKDyê ji raya gîştî re hatine dîyarkirin bi nirxên ku bi navê DDKDyê ve tên nasîn ve nelihevhatî ne û ji alîyê me yên xwedîyên îmzeyan ve bi temamî tên redkirin.

 

4.     Îstîsmarkirina navê DDKDyê bî vî rengî ne tu feydeyekê dide xwedîyê vê îstîsmarê, ne jî yên ku vê îstîsmarê naxwazin bibînin û komeleyekê mîna mixatabeke sîyasî qebûl dikin. Ji bo welatperwerîyeke Kurdistanî û têkoşîna gele Kurdistanê ya ji bo mafê qedera xwe tayînkirinê jî tu feyda wê tune ye.

 

5.     Em bang li hemû hevalên xwe yên ku endamên DDKDyê ne, dikin, da ku ji bo ku keda wan a di nava tradîsyona DDKDyê de ji alîyê hin kesan ve bi awayê “siyaset”kirina bi navê DDKDyê ji bo berjewendîyên şexsî neyê bikaranîn, li hemberî vê helwesta xelet bila bêdeng nemînin. Me bi hev re xweşî û nexweşî dŞitin. Loma jî, ji bo ku cîhê vî navê birûmet a ku di dîroka me de ciyê xwe girtîye, neyê lewitandin û îstîsmarkirin, em tev bi hev re xwedîyê helwesteke hevbeş bin. Têkoşîna azadîya Kurdistanê li gora rastîyên îroj ji bo berjewendîyên gelê xwe bidomînin. Em mil bidin, bêyî ku navê DDKDyê ji bo “sîyasetê” bê bikaranîn, hebûna xwe mîna dezgeheke demokratîk ya kulturî bidomîne.

 

Bi rêzdarî ji raya giştî ya Kurdistanê re…

 

3ê nîsan a 2015an

 

Balkêşî: Navên li jêrê ew nav in ku peywendî bi wan re hatîye danîn û bi bersîva xwe beyan erê kirine.

 

 

 

 

1.     Paşa Uzun, serokê giştî yê damezrêner

2.     Şakir Tutal, damezrêner, serokê giştî

3.     Vildan Saim Tanrıkulu, damezrêner, sekretere giştî

4.     Adil Alış, damezrêner, berpirsê giştî yê aborî

5.     Şefik Öncü, damezrêner, endamê komîteya karger

6.     Orhan Kaya, damezrêner, endamê komîteya giştî

7.     Aziz Alış, damezrêner

8.     Mustafa Kanbal, damezrêner

9.     Mustafa Kalpak, endamê komîteya karger

10.  Adnan Özbingöl, endamê komîteya giştî

11.  Ali Fikri Işik, endamê komîteya giştî

12.  Nurullah Timur, endamê komîteya giştî

13.  Orhan Kokum, endamê komîteya giştî

14.  Kutbettin Alış, serokê şaxa Dîyarbekirê

15.  Mahmut Pakdemir, berpirsê malî yê şaxa Dîyarbekirê

16.  Rahime Kesici Karakaş, damezrênera şaxa Dîyarbekirê

17.  Celadettin Yiğit, endamê komîyeya karger yê şaxa Rezan (Baxlar)

18.  Mehmet Ece, serokê şaxa Wanê

19.  Sıddık Boğa, serokê şaxa Wanê

20.  Abidin Alkoyun, serokê şaxa Stenbolê

21.  Rıfat Barış, serokê şaxa Sêrtê

22.  Ömer Aksu, endamê komîteya karger yê şaxa Sêrtê

23.  Hayrettin Atabay, endamê komîteya karger yê şaxa Eruhê (Dihê)

24.  Sıddık Danış, endamê komîteya karger yê şaxa Eruhê

25.  Fahri Saraç, endamê komîteya karger yê şaxa Eruhê

26.  Ramazan Gülerce, serokê şaxa Derikê

27.  Vahap Bulut, serokê şaxa Qoserê (Kızıltepeyê)  

28.  Selim Acar, sekretere şaxa Qoserê (Kızıltepeyê)  

29.  Suleyman Damar, sekretere şaxa Qoserê (Kızıltepeyê)  

30.  Rocivan Yeşil, serokê şaxa Farqînê

31.  Nimet Aydın, sekreterê şaxa Farqînê

32.  Siracettin Kırıcı, sekreterê şaxa Wêranşarê

33.  Mustafa Kılıç, sekreterê malî yê şaxa Wêranşarê

34.  Metin Kumaraslan endamê komîteya karger yê şaxa Wêranşarê

35.  Mehmet Emin Baltaş, serokê şaxa Qozlixê (Hezo)

36.  Musa Dicle, serokê şaxa Çinarê

37.  Nihat Saganda, sekreterê malî yê şaxa Sêwregê

38.  Enver Yüzen, serokê şaxa Îzmirê

39.  Kemal Coşkun, sekretere şaxa Îzmîrê

40.  Şeref Yalçın, Nûnerîya Xortên Demokrat yê Şoreşger (DDG) yê Îzmîrê

41.  Ramazan Teselli, Nûnerîya Xortên Demokrat yê Şoreşger (DDG) yê Îzmîrê

42.  Musatafa Kalabar, Nûnerîya Xortên Demokrat yê Şoreşger (DDG) yê Erxenîyê