Serrûpel Nûçe PDK-Î û PKK agirbesteke demkî ragihandin

PDK-Î û PKK agirbesteke demkî ragihandin

Belav bike


Rêveberê şaredariya Sîdekan “Karwan Kerîmxan” ji BasNews re ragihand: niha PKK û PDK-Î bi şîweyekî demkî rêkeftine û biryara agibesta demkî dane, herwiha ew jî eşkere kir ku niha termê wî Pêşmergeyê ku canê xwe ji destda bû û her 3 Pêşmergeyên birîndar di nav embûlansê de ne û ber bi nexweşxaneyê ve diçin û  tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewla çareserkirina birîndaran dike û amadeye bo çareserkirina her birîndarekî heger hebe”

Ev biryara agirbestê duh hate sitendin piştî ku duh 24 Gulanê destê sibehê şer û pevçûn di navbera PKK û PDK-Î li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Kêleşîn rû dabû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî û gelek kesayetiyên navdarên Kurdistanê hewla navbêniyê kirin ji bo çareserkirina vê pirsê.