Serrûpel Nûçe Hikûmeta Kurdistanê teqîna Amedê şermezar kir

Hikûmeta Kurdistanê teqîna Amedê şermezar kir

Belav bike

Encumena wezîran ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya şermezarkirinê de, ji xelkê xwest ku bi sebir bin, hêmin tevbigerin, û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan anî ziman û hêviya xweşiyê ji bo birêndaran xwest.
Encumena wezîran, ji hemû aliyan hêvî kir ku hewl bidin hêminî çêbibe û riyên yasayî bigihên encaman û ew karê tirsonak nebe sedema wê yekê ku di dawiya rojên propagandaya hilbijartinan de, atmosfêra birêvebirina dengdanê xerab neke.