Serrûpel Nûçe “Avakirina dewletê li dijî azadî û demokrasiyê ye”

“Avakirina dewletê li dijî azadî û demokrasiyê ye”

Belav bike

Bayik berdewam kir û got, eger ku li başûrê Kurdistanê dewleta kurdî were avakirin ew li dij dernakevin, ew amade ne piştgiriyê jî bikin.

Hevserokê KCK li ser proseya aştî û çareseriyê got, wan ji aliyê xwe ve agirbest ragihand û lê belê Erdogan dawî li proseyê anî û rêkeftina 10 xalî ya di navbera Ocalan û hikûmeta Tirkiyê de xerab kir.

Li ser idîayên ku tê kirin, goya di navbera HDP-Qendîl û Ocalan de nakokî hene, Bayik got ew gotinên kevin in û şerekî derûnî ye, û diyar kir ku her aliyek rola wî heye.

Li ser pirsa ka PKK hîn jî talîmatan ji Ocalan werdigire, hevserokê KCK got, Ocalan di destê Tirkan de dîl e, nikare ji zindanê û di bin zilma Tirkiyê de rêberiya tevgerê bike.