Ev çend rojên derbasbûna pêşmergeyên rojava di rojeva Kurdan de ye. Bi taybetî piştî Komkujiya Kobanî, hemû alî îsrar dikin ku pêşmerge ji bo parastina rojavayê Kurdistanê derbas bibin, ji ber ku hate dîtin ku YPG bi tenê nikare rojava biparêze.
ENKS jî bi fermî got ku Pêşmergên Rojava hêza wê ye, û ew li ser kar dike ku bi Tev Dem re li hev bike ji bo ku pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.











































