Serrûpel Nûçe Berlin: Meşa ENKS li dijî kiryarên PYD

Berlin: Meşa ENKS li dijî kiryarên PYD

Belav bike

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje ku PYD êdî bûye hêzeke emrî waqii û li rojavayê Kurdistanê girtin, revandin, nefîkirin û tirsandin bûye diyardeyek, û her kesê ku ne bi nêrîna PYD re be, çi welatiyên normal bin, çi ronakbîr, rojnamevan û siyasetvan bin, yekser dikevine bi n tehdîda PYD û hêzên ser bi wê ve.

ENKS dibêje êdî ew nikarin li hemberî wan binpêkirinan bêdeng bin, û diyar dike ku rêjîma Sûriyê bi destê PYD hukmê xwe li ser Kurdistana Sûriyê ferz dike û PYD bi wezîfeya rêmîmê radibe.

Di dawiya banga xwe de ENKS ji gelên Sûriyê û gelê Kurd li Almanya daxwaz dike ku di meşa Berlînê de beşdar bibin.

Meş wê saet 4 û nîv bi dema Almanya, Branden Burger Tor, li Pariser Platz dest pê bike.