Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, raportek belav kir û têde lîsteya firotina keçik, zarok û jinan yên li cem DAIŞ girtî belav kir.
Di lêsteya DAIŞ de, zarokeke keç bi 165 dolaran tê firotin.
Raport diyar dike, ku ji bo firotina wan, lazime 5-6 zilam bibin navbênkar.
Gelek caran jî, çekdarên DAIŞ bi xwe di navbera xwe de wan dikirin û difroşin.
Di lîsteyê de jina bi temen erzan tê firotin. Ya herî buha zarokên keçin, temenên wan (1-9) sal, ew bi 165 dolaran têne firotin.
Keçên temen 14-18 salî, 124 dolar, di ser 20 salî re, erzantir e, jina 40 salî jî bi 41 dolaran tê firotin.












































