Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hewl da pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêş bikeve da ku xwîn nerije û Kurd bigihin mafên xwe.
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke hevbeş de ligel hejmarek medyayên Kurdistanê, behsa rewşa îro ya Başûrê Kurdistanê, pirsa kursiyê serokatiyê û pêwendiya Başûr ligel parçeyên din ên Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de got: “Em ji nêrîna Mesûd Barzanî ve berê xwe nadin Serokatiya Herêma Kurdistanê, belku em ji nêrîna pêwîstiya Kurdistanê berê xwe didin wê mijarê.”
Di bersiva pirsyarekê de ku gelo çareser çi ye, Nêçîrvan Barzanî got: “Gerek hemû alî rûnin û bi berçavgirtin aberjewendiya Herêma Kurdistanê bigihîjin rêkevtinê.”
Herwiha derbarê pêşkêşkirina projeyasayên ku (YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) bo serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û xwandina wê di Parlamentoya Kurdistanê de jî, Barzanî got: “Ewa ku di 23’ê Hezîranê çê bû, bingeha lihevkirinê li wî welatî de jinav bir.”
Derbarê lihevkirina siyasî ya nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê de piştî bûyerên 23’ê Hezîranê ku PDK’ê û çend aliyên din civîna parlamentoyê baykot kirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Ew bingeha ku me hikûmet li ser ava kir, wek caran nemaye. Me dema ku hikûmet pêk anî, me biyar da hevbeş bin, lê di 23’ê Hezîranê de ew bingeh nema.”
Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel parçeyên din ên Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî w,ha got: “Em mezintirîn alîkariya aborî ya Rojavayê Kurdistsanê dikin.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxuyand: “Rast e me di hinek tiştan nakokî hene, lê ew ne bi wê wateyê ye ku pêwendiyên me ligel parçeyên din û aliyên din xirab be.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêşvebirina pêvajoya çareserî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de bi mînak tîne û dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê bû ku proseya aştiyê li Tirkiyê bire pêş, da ku xwîn nerije û kurd bigihîje mafên xwe.”












































