Asayîşa Rêveberiya Xweser li Efrînê Endamê PDK-Sê Ebdilrehman Hesen ji malê wî ya li gundê Xirêbe yê Navçeya Şera birin û heya niha sedema girtina wî nehatiye zanîn.
Ev cara 3yemîn e ku Ebilrehman Hesen tê girtin, ku cara yekemîn beriya 2 salan bû ku nêzîkî 2 hefteyan hatibû girtin, cara 2mîn jî beriya salekê bû ku 6 mehan di zindanên Asayîşê de mabû.
Heya niha çend endamên PDK-Sê di zindanên Asayîşê de ne li Efrînê û çarenivîsa wan nediyar in.









































