Serokê Encumena Navendî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Adil Murad, li ser teqandina boriya petrola Kurdistanê ji aliyê PKK ve kêfxweşiya xwe anî ziman. Adil Murad li ser Facebooka xwe nivîsand, teqandina boriya petrolê ziyan negihande herêma Kurdistanê, gihande berîka hinek kesan.
Murad, got PKK weke karvendanekê ew borî teqand.
Berî niha hatibû eşkerekirin ku Muran yek ji wan kesan bû ye ku ji Bexdayê xwestibûn ku butçeya herêma Kurdistanê qut bike.