Yekbûn behsa gelek tiştan dike (hevpeyvîn)
Yek ji Muzîkjenên kurd ên Bakurî ku ji kevneşopiya Navenda Çanda Mezopotamyayê(NÇM) gihîştiye û bi şêwaza xwe ya herikbar û stranên xwe yên li şêwaza wî digoncivin, di dilê mûzîkhezên kurd de cih girtiye jî bêguman Yekbûn e.
Fermandarê HPG li ser rewşa dawiyê diaxife
Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo hemû derdorên band dikin û dixwazin şer bisekine got, "Ev şer ji aliyê Erdogan ve hat destpêkirin. Erdogan ji bo 400 parlamenteran werbigire, vî şerî dimeşîne."
Fîlma “Li Ser Riya Almanya“ di rê de ye
Derhênerê Kurd Şiyar Ebdî ku bi fîlmên xwe yên bi navê Meş û Li Ser Riya Helebê hate naskirin, niha li ser sînorê Kirwatya ye û wê çîroka keça ji Kobanî Nûjîn ku kêm endame û felca zaroktiyê pêre heye, wê serpêhatiya wê bike fîlmeke dokumentar. Navê fîlma wî Li ser Riya Almanya ye.
Serpêhatiya keça Kurd Nûjîn, ji Munbicê (niha di destê DAIŞ de ye) dest pê dike, Kobanî, Tirkiyê, Yunanistan, Sirbistan, Hungarya, Krwatya, Nemsa û Almanya... çîroka wê keça 16 salî gelekî dirêje.
“Xewna Serokatî“ li Kantonan derseke xwendinê ye
Li dibistanên di bin kontrola PYD de, felsefeya Ocalan û dersên li ser serokê PKK Abdullah Ocalan, dîrok û jiyana gerîlayên PKK û yên ku di nava refên PKK de şehîd ketine, weke dersên xwendinê yên îdeolojîk bi zarokan didin xwnedin.
Nûjîna ji Kobanî dixwaze Elizabeth bibîne
Keça Kurd ya 16 salî ku ji zaroktiya xwe de felc e, ew jî weke gelek ciwanên Kurd ji Kobanî derketiye û berê xwe bi qaçaxî daye Ewropa.
Bi rêve peyamnêrê BBC Fergal Keane wê dimîne, pêre hevpeyvînekê çêdike. Nûjîn bi înglîziya xwe ya baş dixwaze şahjina Btîtanya bibîne.
Derhênerê Kurd Şiyar Evdî jî, xwediyê fîlma Li ser Riya Helebê û fîlma MEŞ jiyana Nûjînê dike fîlmeke dokomentar
Ji hemû wezîfeyan istîfa kir
Berdevkê yekemîn yê rêveberiya xweser Ciwan Mihemed li rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku, wî ji hemû karû barên Rêveberiya Xweser istîfa kir.
Ciwan Mihemed di istîqala xwe de dibîje: Ji min re şerefeke bû ku ez yekemîn kes bûm ku min Rêveberiya Xweser ragihand , weke yekemîn berdevkê wê, şerefeke mezin bû ji min re ku ez di rêza şehîdan û hemû ciwanan de bim ku li ser eniyên şer bûne qurbanî...
Her wiha dibêje, ji ber ku ez dibînim ku ez nikarim êdî zêdetir pêşkêş bikim, min ji hemû dezgehên rêveberiya xweser istîfa kir.
Tevgera Ciwanan (TCK) Kobanî bi bîr tîne
Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) bi munasebeta 1. salvegera êrîşa DAIŞ li dijî Kobanî li rojavayê Kurdistanê li Girkê Legê, mêtîngekê li dar dixîne.
Mêtîng roja 19.09.2015 saet 17.00 li navenda bajêr çêdibe.
Ji bo pêwendiyê:
tck.kurd@gmail.com
Kantona Cizîrê dest datîne ser malên penaberan
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê biryar da destdayne ser malê wan kesên ku jiber şer revîne û mal û milkên xwe bicîh hiştine.
Serokwezîr wê alîkriya zarokên Kobanî bike
Bavê Alan Kurdî, Ebdullah Kurdî ragihand, di hevdîtinekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî soza daye ku nexweşxane, dibistan û mizgevtek bi navê Alan Kurdî werin çêkirin.
“Pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê dibin”
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî ragihand, Hêzên Pêşmerge dê derbasî Rojavayê Kurdistanê bin.



































