Serrûpel 2015 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2015

Niha jî li “Emê Gozê“ guhdarî bikin

Niha jî li Emê Gozê guhdarî bikin

Îşev 23:30 wê li ser ekranên Rûdawê derkeve

Peyamnêrê televîzyona Rûdawê Imer Kalo belgefîlmek li ser şerê Kobanî çêkiriye. Ew belgefîlm îşev saet 23:30 wê li ser ekranên Rûdawê derkeve. Imer Kalo ew belgefîlm bi boneya derbasbûna salekê bi ser êrişa DAIŞê li ser bajarê Kobanî, çêkiriye. Par rêxistina DAIŞê dest bi êrişa xwe li ser Kobanî kir û piştî çend mehan ji şer û pevçûnan, hêzên YPG, Pêşmerge, Artêşa Azad û bakafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ew çekdar ji herêma Kobanî bi temamî hatin derxistin.

RÛDAW çiqas miaş (mûçe) dide min?

Wê rojê ez li Almanya li bajarê Kolnê li kafêterya StarBucks rûniştibûn, weke her carê min espresso vedixwar. Dostekî minî kevin jî hat. Me hev li wê derê dît. Me suhbet kir. Çep û rast em li ser gelek tiştan axifîn. Bi giranî em li ser medyaya kurdî axifîn. Got tiştek bi navê medyaya kurdî tune ye.

PKK li Muşê trên teqand (vîdyo)

PKK li Muşê trên teqand (vîdyo)

Edîb Çelkî li ser Dilşad Seîd çi dibêje?

Nivîskarê semfoniya Pêşmerge û Şengal diaxife

Almanya êdî penaberan qebûl nake

AVESTA KURD - Wezîrê hundir yê Almanya Thomas de Maizière di civîneke rojnamevanî de behsa helwesta Almanya li hemberî penaberan dike û naveroka civîna wî wiha bû: - Sekinandina çûn û hatina sefera trênan di navbera Almanya û Nemsa de, ji ber sedemê ewlekariyê. - Pêşwazîkirina penaberan ne tenê wezîfeya Almanya ye, Almanya êdî nikare bi tenê wî barî rake. - Hêzên eskerî û polîsên Almanya li ser sînorê di navbera Almanya û Nemsa de belav bûne, ji bo ku rê li be rwan penaberan bigirin ku têne Almanya. - Wê penaber li ser welatên Ewropa werin belavkirin û divê penaber wê yekê qebûl bikin. - Tu guhertin di peymana Dublin de çênebû ye. - Divê hemû welatên Ewropa wekhev penaberan qebûl bikin. - Almanya mecbûre sînorê xwe kontrol bike û nikare her demê vekirî bûhêle. -

“Kirin nekirin Barzanî ji PKK re negot terorîst”

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî diyar kir ku hêzên navdewletî kirin û nekirin Barzanî ji PKKê re negot “terorîst”. Mîranî bang li HDPê jî kir, di nav hikûmeta nû ya Tirkiyê de cîh bigire.

Piştî 20 salan îro ew şehîd îlan kirin

Li ser rûpela xwe ya Facebookê siyasetvanê Kurd û berpirsê berê yê PKK li Ewropa Akif Hasan, nivîsand ku birayê wî Helîm ku di sala 1994 de tevlî refên gerîla bûbû, û ev 20 sal bûn xeber jê tune bû, îro berpirsên PKK li Dêrikê ji malbata wî re gotine ku şehîd ketiye. Akif Hasan dibêje: De xwedê dilê dayîka mina reben û bavê min fireh bike. Ev 20 sal bûn çavên wan li Riya birê min bûn, li benda wî bûn. Îro bendewariya wan bi dawî hat.

Bi pêşkêşkirina xwe bala dinyayê kişand ser xwe (foto)

Yanet Garcia, li Meksîka di televîzyona Las Noticias Televisa spîkera Keş û Hewa ye. Ew bi fîzîka xwe ya rêkûpêk û rûyê xwe bala hemû dinyayê dikişîne ser xwe û reytinkan dişkîne.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com