Bi jina xwe re şer kir û pozê wê qut kir û xwar
Zilamekî ji Çînê, piştî ku bi jina xwe re şer kir, pozê wê jêkir, bi jêkirina poz çênebû, piştre rabû pozê wê xwar. Şerê di navbera jin û mêr de li ser telefonê dest pê kir, dema ku zilam telefon kir û telefon derneket, bi jina xwe şer kir û encama wî şerî jî qutkirin û xwarina pozê jinê bû.
Hevseroka şaredariya Cizîrê ji kar hate avêtin
Li gorî agahiyan Hevseroka Şaredariya navçeya Cizirê Leyla Êmret ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji kar hat avêtin.
Qedexeya derketina kolanan li Cizîrê rabû
Parêzgariya Şirnexê ragehand ku wê li navçeya Cizîrê ”qedexeya derketina derve” roja Şemiyê an ku sube 12/09/2015 ji demjimêr 07:00’ê danê sibê ve bidawî bibe.
Polîsên Tirk êrîşî Osman Baydemir kirin
Parlamenterên HDP û hejmarek ji welatiyan xwestin derbasî Cizîra dorpêçkirî binin, lê polîsên Tirk rê li wan girtin û gotin nabe ew bikevin Cizîrê.
Di wêne de parlamenterê Kurd Osman Baydemir diyar dibe.
“Serê min here jî gavê paşde navêjim”
Parlamentera Kurd Leyla Zana, eşkere kir ku divê şerê di navbera Kurd û Tirkan de raweste û li cihê ku her roj xebera mirinê bibihîne, bila ew bimire, ji ber vê yekê jî eger şer raneweste ewê bikeve greva birçîbûna mirin.
Ozçelîk: Yên agir li Tirkiyê gur bikin wê têde bişewitin
Di du rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiyê navend û nûnertiyên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Kurdên li bajarên Tirkiyê niştecih bûne û hin dezgehên ragihandinê rûbirûyî nêzî 400 êrîşên grubên nijadperest hatin.
Nêçîrvan Barzanî li kîjan fîlmê temaşe kir? (foto)
Li Duhokê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdarî festîvala navdewletî ya fîlman bû. Festîvalê bi pêşangeheke fotografan dest pê kir, ew jî ji aliyê serokwezîr ve hate vekirin.
Di festîvala fîlman de gelek fîlmên navxweyî û cîhanî beşdar bûn.
Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û di axaftina xwe de bal kişande ser sînemaya kurdî û rewşa ku Kurdistan têre derbas dibe.
Dîsa jî ne poşman e
Kameramana televîzyona hingarî Petra Laszlo, ku bi wê kiryara xwe ya xerab li dijî penaberekî Sûriyê, li seranserê cîhanê bû cihê nerazîbûn, û televîzyona ku têde kar dikir (N1TV), ew ji kar avêt, li ser hesabê xwe yê Twitterê (@PetraLaszlo), got ew şanaze ku ling dabû ber penaberê Sûriyê û ew avêtibû erdê.
Her wiha nivîsand, "ez niha biçim razêm, ji we hemûyan dixwazim hûn bifikirin binêrin min ji bo welatê xwe û ji bo polîsan çi kir".
Ew endama partiyeke miletperet e, li Meceristanê.
Ji duh ve ew bûye stêrka medyaya civakî, lê bi awayekî xerab.
Salih Mislim: Em bi Barzanî dihatin naskirin! (vîdyo)
Hevserokê PYD Salih Mislim behsa Barzanî dike


































