Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê raporek belav kir û tê de rexne li Rêveberiya Xweser girt û got ku gelek kes ji ber ku ne bi wê rêveberiyê re ne, tên girtin.
Bavê wî zarokê kurd ê ku ew û bira û dayika xwe di deryayê de li ser rêya Ewropayê xwenixîn, got ku, piştî çûna zarokên wî, ne bi tenê nasnama Tirkiyê, eger tevahiya dinyayê bidin wî, ew naxwaze.
Kantona Efrînê felsefeya serokê PKK Abdullah Ocalan, derbasî nava programa xwe ya xwendinê kir (seretayî). Di nava programa xwnedinê de helbestek bi navê SEROK heye, di rûpela 72 de. Kantonê nav li wan programan kir: Felsefeya Ocalan.
Li komara Çek li Pragê, fermandara YPJ Nesrîn Ebdullah, ji ber berxwedana şervanên jin li rojavayê Kurdistanê li hember DAIŞ, ji aliyê serokê 7 parêzgehên Komara Çek ve, ji aliyê Mikail Haçak ve bi xelata Berevaniya Netewî ya Çîkî hate xelatkitin.
Şêwirmendê serokatiya PYDê Sîhanok Dîbo, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi wê yekê tohmetbar kir ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê ditirsîne û wan neçar dike bibin koçber.
Berpirsê Giştî yê Lijneya Cîbicîkar ê Rêxistina Rizgarîxwaz ê Filistînê Saib Ureykat behsa hevdîtina xwe ya li gel Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Mûslim kir û got ku Mûslim gotiye ”dewleta Kurdî xencerek jehrî ye li ser pişta welatên Erebî.”