Leyla Zana dîsa bi kurdî sond xwar (vîdyo)
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana di merasîma sondxwarinê de bi kurdî dest bi axaftinê kir.
Li Parlamentoya Tirkiyeyê îro heyama sondxwarina 26emên dest pê kir.
Dema dora Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana hat çû ser kursî û bikurdî dest bi sondxwarina kir.
Leyla Zana beriya sondxwarinê wiha got: “Bi hêviya aşitiyek bi rûmet û mayînde.” Zana pişt re dest bi sondxwarinê kir.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Deniz Baykal ku parlamenterê CHPê ye, îtiraze sonda Leyla Zana kir û got wê sonda parlamenteriyê serast nexwediyê û ji Zana xwes sondaxwarina xwe dubare bike. Lê Leyla Zanayê sonda xwe dubare nekir.
Ciwan dîsa li cem Pêşmergeyan e!
Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Ciwan Haco, ji bo ku serdana pêşmergeyan bike û serkeftina di şerê li di şerê li dijî DAIŞ de li wan pîroz bike, çû eniyên şer, û straneke ku di sala 1988 de çêkiriye, wê li Kurdistanê bike vîdyo klîp, ew stran behsa qehremanî û berxwedana pêşmergeyan dike.
Ciwan, li Mexmûrê jî çû nava pêşmergeyan û ew pîroz kirin.
Ciwan Haco, li rojavayê Kurdistanê li Tirbe Sipî ji dayîk bû ye, salên dûr û dirêj li derveyî welat dijî, li Almanya bajarê Bochumê li zanko muzîk xwendiye û niha li Swêdê dijî.
Fermandarekî berê yê PKK li Şengalê çi dike?
Dr. Silêman, fermandarekî berê yê gerîla bû, di nava PKK de, berpirsekî bilind bû. Piştî ku ji PKK çû Almanya, piştî ku li Kurdistanê şer li dijî DAIŞ dest pê kir, hate Kurdistanê, pêşmergeyên Êzîzî di warê eskerî de perwerde kirin. Di operasyona rizgarkirina Şengalê de beşar bû, mayîn û TNT DAIŞ û erebeyên bombekirinî pûç kirin.
Barzanî: Li Şingalê tenê Pêşmergeyan şer kir
Şêwirmendê Civata Ewlakariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragehand ku li Şingalê tenê Pêşmergeyên Kurdistanê şer kirine û ti hêzeke hevpeyman li ser erdê beşdar nebûye.
Îtîlaf kiryarên PYD şermezar dike
Îtîlafa opozisyona Sûriye leşkeriya bi zorê û revandina xelkê ku ji aliyê PYDê ve tê kirin, şermezar kir.
Di daxuyaniyeke nivîskî de, Îtîlafê piştgêriya xwe ji bo lidarxstina her çalakiyeke sivîl anî ziman, û bal kişand ser bûyerên herî dawiyê li Rojavayê Kurdistanê, û ferzkirina eskeriya bi zorê û revandin û binpêkirinên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê li Hesekê û deverên din şermezar kir.
Şengal: Êzîdiyên PKK peran ji Îraqê distînin – Vîdyo
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YPŞ) ku ji aliyê PKK ve hatiye amadekirin, serokê wê dibêje ku ew pereyên xwe ji Heşda Şebî (Şîe) û Îraqê distînin, mûçeyên wan ji Heşda Şebî tên, û serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî alîkariya wan dike û divê ala Îraqê li ser Şengalê were bilindkirin û Şengal beşeke ji Îraqê. Serokê Encumena Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih ev yek eşkere kir.
Yekîneyên Parastina Şengalê Êzîdxan welatê xwe dibîne, her wiha hewl dide ku li Şengalê Kantonekê bi navê Kantona Şengalê ava bike.
Parîs: 129 hatine kuştin û 352 birîndar bûn
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls: "Şerr e! Em ê lêxin. Li hundir jî û li derve jî! Yeko yeko, derb bi derb, heta ku em koka wan bînin! Bêhn ji kîjan melle û bawermendan were, em ê hemwelatiyê ji wan bistînin û derbê li wan jî xin! Ne bi tenê li Fransayê, li temamê Ewropayê, li Sûrî û li Iraqê jî! Ji ber ku em Fransa ne, nirxin hene ku em diparêzin, li her derê; û ji bo vê, divê em herin koka wan û li wan xin! Me derfet û destûr daye ku hêzên me bide pey wan, wan peyda bike, bigire ser malên wan û yeko yeko wan ji holê rake!"
Ji bo agahiyê: li Fransayê nêzî 10 000 kes ji aliyê istixbarata fransî weke kesên xeternak hatine qeydkirin; 4000 ji wan radîkal in. 7000 polîs û leşker tev li operasyonê dibin ku 1500 ji wan leşkerên profesyonel in; 3000'ên din jî waye tên Parîsê. Ew 10 000 bin, vaye 10 000´an jî daye ser şopa wan. (Îbrahîm Seydo Aydogan)
ji bo Şahê Siûdiyê her şev 1 mîlyon dolar (foto)
Şahê Siûdiyê li Antalya di odeyeke zêr de dimîne
Şahê Siûdiyê Şah Silêman ji bo ku beşdarî Konferansa G20 bibe ku wê li Tirkiyê li bajarê Antalya çêbibe, çû wî bajarî.
Bi Şah Silêman re 1000 kes hene. Ji wan re hotêla Mardan Palace ji bo 18 rojan kirê kirin. Hate qedexekirin ku dîmenên hundirê Rûdawê werin girtin.
Odeya ku Şah Silêman têde dimîne, bi zêr hatiye xemilandin. Rojane mesrefê hotêlê li wan Şah Silêman 1 mîlyon dolar e.
Ji bo wan 1000 otomobîlên luks hatine kirêkirin.
Şengal rizgar bû ew jî wenda bû (foto)
Peyamnêra televîzyona PYD Ronahî, ku bi navê Berfîn tê naskirin, dema ku DAIŞê êrîşî Şengalê kir, û xelk reviya, peyamnêra Ronahî Berfînê rê li pêşiya xelkê digirt, mîkrofona Ronahî dida ber devê wan û digit: Barzanî hûn firotin? Pêşmerge reviyan? Xiyanet kirin?..
Berfîn ji ber van gotinên xwe bû mijara karîkaturan. Niha jî piştî ku pêşmergeyan Şengal rizgar kir û şehîd dan, deng ne ji peyamnêrê, ne jî ji Ronahî dernakeve, rizgarkirina Şengalê li xweşiya wan naçe.
Barzanî peyameke nivîskî li ser Şengalê da
Azadkirina Şingalê li bin destê terorîstên Da'îş li rûyê serbazî û siyasî û dîrokî ve serkeftinekî mezin bû ji bo gelê Kurdistanê ku li ser destê Pêşmergeyên me yên qehreman hate tomar kirin. Ev serkeftin bi hemû aliyek re dibêje êdî ew roj çû dagîrker û sîtemkar gelê Kurdistanê bi çewsênin. Niha gelê Kurdistanê serbilindane bergiriyê li xwe dike û dijmin dişkîne û parêzerê bihayên mirovayetiyê ye jî.

































