Barzanî rizgarkirina Şengalê ragihand – Vîdyo
Serokê Kurdistanê Barzanî di derbarê kontrolkirina Şengalê de li Şengalê konferanseke rojnamevanî li dar xist û wiha got:
Serokwezîr Barzanî soz parêzgehkirin Şengalê da
Birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, peyama avakirin û biparêzgehbûnê dide welatiyên Şengalê. Di peyamekê de azadkirina Şengalê li gelê Kurd bi awakî giştî û bi taybetî li Kurdên Êzidî pîroz kir û radigand ku di dema herî zû de dê hemû hewlên xwe ji bo garantîkirina piraniya xizmetên bingehîn ji welatiyên Şengalê bide. Her di peyama xwe de spasiya Amerîkayê dike ji bo alîkariya wan a di êrîşa kontrolkirina Şengalê de.
Pêşmergeyan Şingal rizgar kirin
Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve derbasî nava bajêrê Şingalê bûn û niha navenda bajêr kontrol kirin.
Parlmentera HDP ya berê hate girtin
Parlamentera berê ya HDP Sebahat Tuncel li balafirxaneya Ata Turk li Istanbulê hate girtin. Dizgeriyê li dijî wê doza girtinê kiribû. Bi şerê ku derneke derveyî Tirkiyê, ew piştre hate berdan.
Çima PDK li dijî mayîna PKK ye li Şengalê?
Kurdan heta niha li ser rizgarkirina Şengalê li hev nekirine.
Kurdan heta niha li ser çi li hev kirine, ku li ser rizgarkirina Şengalê jî li hev bikin!
Kurdên Êzîdî dibêjin Şengalê ji me re bihêlin, û heqê kesekî tune li ser Şengalê bazarê bike
PKK gerîlayên xwe anîne û li wê derê bi cî kirine û dibêje ez dernakevim û li wir ji xwe re kantonek ava kiriye.
PDK dibêje Şengal beşeke ji başûrê Kurdistanê, wan ji bo rizgarkirina Şengalê 20 hezar pêşmerge amade kirine, û ji PKK dixwaze ji Şengalê derkeve û nebe astegkirina rizgarkirina Şengalê.
Hinek fermandarên Êzîdî jî dibêjin, bila PKK ji wir derkeve û biçe Amedê rizgar bike.
PKK jî dibêje, Kurdistan yek perçe ye û ew ji Şengalê dernakevin.
Kurdên êzîdî bi xwe jî heta niha li ser çawaniya rizgarkirina Şengalê ne hemfikir in.
Şengal ku pira di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ye, di navbera hêzên kurdî û DAIŞ de perçe perçe bû ye, û kesek nizane ka çima û kengî rizgar bibe.
mêvan:
Heyder Şeşo: Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ)
Elî Ewnî: Endamê serokatiya PDK
Operasyona Şengalê dest pê kir
Balafirên şer ên hevpeymanan bi dijwarî baregeh û çeperên çekdarên DAIŞê li Şingalê bombebaran dikin.
Memikên wezîrê Frensa tevlîhev kirin – FOTO
Wezîra perwerdeyê ya Frensa ya ciwan Najat Vallaud-Belkacem (Nejat Belqasim) di civîneke parlamentoyê de, kincên ku li xwe kiribûn bala her kesî kişand. Memikên wezîrê ji jor ve xuya dibûn. Najat Vallaud-Belkacem 38 salî ye û li ser lîsteya Partiya Sosyalîst wezîr e, bi eslî xwe ji Mexrib e.
Xarziyê Ocalan intîhar kir
Kurê xuşka serokê PKK Abdullah Ocalan, Hüseyin Yıldırım yê 36 salî li Viyena kuştî hate dîtin.
Ev 8 meh bûn ku ew wenda bû, piştî intîharkirî hate dîtin.
Termê wî şandine Tiriyê. Xuşka wî Eynê Yildirim got ev 8 meh bûn ku xeber ji wî tune bû.
Termê wî di depoyekê de dîtin.
Asayîşa PYD davêje ser mala û xelkê direvîne
Asayîşa PYD li Tirbe Sipî avête ser hinek mala û hinek berpirsên ENKS girtin.
Kesên hatine girtin, Ebdulrehîm Elî, serokê xwecihî yê ENKS Kazim Xelîfe, Memo Ebdulhelîm, Medenî Necmedîn û ciwanekî bi navê Ehmed Sedûn û Hisên Seîd ji gundê Biyandûr, ew hemû girtin û birin Qamişlo.


































