Serrûpel 2015 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2015

Piştî 4 salan Hemîd Hec Derwêş vegeriya rojava

Sekreterê Partiya Demokrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hacî Derwêş, piştî nêzîkî 4 salan ji derketina derve, îro vegeriya rojavayê Kurdistanê.

PKK: Piştî rizgarkirina Şingalê emê vekişin

Roja 3ê Mijdarê dema destpêkirina operasyona Hêzên Pêşmerge bû bo girtina navçeya Şingalê, lê ew êriş pêk nehat û bo demeke nediyar hat paşxistin. Fermandarekî pilebilind ê Pêşmerge sedema derengketina wê operasyona Pêşmerge vedgerîne 2 sedemên sereke.

Asayîşa PYD 2 endamên TCK bi saetan îşkence dike

Asayîşa PYD li Dêrikê, 2 endamên Tevgera Ciwanên Kurd direvîne, wan dibe cihekî veşartî, nêzîkî 4 saetan wan îşkence dike, piştre davêje kolanan. Kesên ji aliyê PYD ve hatine girtin, Kawa Îsmaîl û Mehmûd Liyanî, ji internet kafê hatine revandin. Her du kesên revandî endamên emîndariya giştî ya ENKS bûn.

FLAŞ: PYD li Dêrikê êrîşî meşa ENKS kir (vidyo-foto)

Îro li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji aliyê ENKSê ve hat lidar xistin û alîgirên PYD êrîşî ser xwepêşanderan kirin. Bi mebesta şermezarkirina siyaset û çend biryarên vê dawiyê yên PYD û TEV-DEMê, îro li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji aliyê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ve hate lidarxistin, lê PYD jî hejmarek ji alîgirên xwe anî û êrîşî ser xwepêşanderan kirin, di encamê de şer derket û gelek kes ji aliyê Asayişa Dêrikê ve hatin girtin. Herwiha hejmareke alîgirên PYDê li bajarê Dêrikê baregeha ENKS dorpêç kirine. Ev xwepêşandan di demekê de tê ku berî çend rojan li bajarê Çilaxa jî xwepêşandanek li dijî siyaset û kiryarên PYDê ji aliyê endam û alîgirên ENKS ve hatibû lidar xistin.

“Eger li Dêrikê bama di destpêka meşê de bûm“

Siyasetmedarê kurd Akif Hesen derbarê xwepeşandanên duh li Çilaxeyê de got, Partiya Yekîiya Demokratîk (PYD) parçeyeke Kurdistanê ye û divê guhdarî xwepêşandaran bike.

Serokê ENKS bi konsolê Rûsya re civiya

Serokê ENKS Brahîm Biro û şanda ligel wî li Hewlêrê ligel konsolê Rûsya Valery Pospelov civiya. Di hevdîtinê de ENKS nêrîna xwe li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û çareserkirina krîza Sûriyê anî ziman. Her wiha lihevkirin li ser wê yekê çêbû ku di demeke nêzîk de hevdîtinek di navbera ENKS û wezareta derve ya Rûsya de, li ser asta bilind çêbibe.

“Êdî Ocalan û HDP ne muxateb in”

Bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê Akterên nû wê bêne rojevê û muzakere wê êdî di nava parlamantoyê de bêne birêvebirin.

Brader helbesteke Samî Ergoşî kir stran

Samî Ergoşî helbestek bi navê PÊK ji bo hunermendê Kurd Brader pêşkêş kir. Samî Ergoşî piştî Zekeriya Ebdullah tu helbest nedane tu hunermendan, ev cara yekemîne dide Brader. Brader got, wê klîpeke baş ji bo strana PÊK çêbikin.

ENKS li Çil Axa xelk daxiste kolanan

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Çelaxe xwepêşandanek ji bo protestokirina programên xwendinê yên ku ji aliyê PYDê ve hatine ferizkirin, hat lidarxistin. Ev yekem car e piştî ku navçeyên Rojava ketine destê PYDê de, xwepêşandaneke mezin bi vî awayî tê birêvebirin. Xwepêşanderan xwestin xwe bigihînin bazara wî bajarokî, lê asayişê rê li ber wan girt û pevçûn di navbera xwepêşanderan û endamên asayişê de derket. Herwiha li aliyekî din, TEV-DEMê jî li meydana Çelaxe meşek lidar xist û tê de alîgirên wê siloganên xwe bilind kirin û tekez li ser “xweseriya demokratîk” kirin. Alîgirên wê meşê û xwepêşandana ENKSê hatin hemberî hev, lê asayişê nehişt nêzîkî hev bikin. Ev cara yekê ye ku herdu alî alîgirên xwe tînin hemberî hev. Li gorî agahiyên Rûdawê, ji serê sibehê ve, hêzên asayişê li hemû kolanên Çelaxe belav bibûn û rê nedidan xwepêşanderan ku li ber avahiya ENKSê kom

Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê

AVESTA KURD - Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Samî Ergoşî got serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî salekê îro roja 7 mijdarê diçe Bexdayê. Ev serdan piştî salekê carekê dîsa pêk tê. Ergoşî li ser Twittera xwe eşkere kir ku ev serdan ne serdaneke fermî ye, di vê serdanê de Barzanî wê beşdarî merasîma şîna siyasetmedarê Îraqî Ehmed Çelebî bibe, ku roja 3 mijdarê jiyana xwe ji dest dabû.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com