Serrûpel 2015 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2015

EAHK: “Lahûr Talebanî rast nabêje“

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê ragehand ku daxuyaniyên Berpirsê Dezgeha Zanyarî Lahûr Talabanî bê bingeh in û ji rastiyê jî dûr in.

Yekane rê qetîn e, ji „Tirkîyeyê“.

Kurd ji „Tirkîyêyê“, ji dewletên dagirker neqetin, hîn gelek komkujî û ceribandinên komkujîyên mîna Roboskî, şengal, Kobanî, Amed, Varto, Siruc, Farqîn, Licê, Cizîr, Enqere...

“PKK nahêle Şengal rizgar bibe”

Operasyona kontrolkirina bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê hat paşxistin. Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo jî ragihand, sebeba serekî ya vê yekê PKK ye.

Dunya Tv tê girtin

Televîzyona Dunya TV ya ser bi Cemaeta Fethullah Gulen ve, ku li Entabê bi kurdî weşan dikir tê girtin.

Bayik: Eger ne ji PKK ba HDP %5 nedibir

Hevserokê KCK Cemîl Bayîk li ser hilbijartinên Tirkiyê û wendakirina dengên HDP got eger ku ne ji berxwedadna PKK ba, HDP ji sedî 5 jî nedibir. HDP ku di hilbijartinên 7 hezîranê de, ji sedî 13 dengan biribûn, û di hilbijartinên 1 mijdarê de ji sedî 10.8 bi dest xist, şîroveger dibêjin kolandina xendekan û mudaxeleya Qendîlê bû sedem ku HDP dengan wenda bike, li ser wan serkirdeyê PKK Duran Kalkan jî got, wan li pêşiya HDP astengî dernexistin. Her wiha Bayik bal kişande ser wê yekê ku di nava van tevlîhevî û êrîşan de bi destxistina ji sedî 10.8 dengan bi serê xwe serkeftineke. Bayik got, HDP bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd heye û wê hebûna xwe ji bo azadiya gelê Kurd jî berdewam bike.

Hûn “wê” bikin seroka xwe wê ev were serê we

Nuray Merta tirk, di IMC TVê da got, gava tu yeka wek Figen Yuksekdagê bike seroka kurdan helbet ewê netîce ev be. Bi dîtina min rast e, gelek kurdî ji ber hebûna kesên wek Yuksekdagê ray nedan HDPê. Yanî li gel teror û sextekariyên hukûmetê para vê yekê jî pir hindik di kêmbûna rayên HDPê da heye. Ê jixwe sebebê ku em piştgiriyê nadin HDPê, wê rexne dikin ev e. Ji bo ku HDP bibe partiyeke kurd û piştgiriya kurdan bigre, dibê ji alî kurdan ve were îdarekirin. ... Ne rast e, tu heqê tirkan tuneye bibin serok û parlamenterên kurdan. Dibê PKK/HDP dev ji vê siyaseta ”Tirkiyebûnê” berdin, dev ji hevaltiya çepên tirk yên bêxwedî berdin. Dibê HDP bibe partiyek kurd. Gava HDP nebe partiyeke kurd û Kurdistanî, kurd ewê dev jê berdin. Û bi dîtina min dibê dev jê berdin jî. Zêdebûn û kêmbûna 20 parlamenteran qet ne muhîm e. (Zinarê Xamo)

Keça Êzîdî: Min zarokê ji DAIŞ ji ber xwe avêt

Ew keça kurd a êzîdî, dema ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat revandin, temenê wê 15 sal bû lê rastî destdirêjiya hovane ya wan hat û ducanî bû! Wê keça kurd, ku niha ji nav lepê DAIŞê rizgar bûye, ji Rûdawê re behsa tiştên ku hatine serê wê, kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Tirkiyê kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Tirkiyê Feridon Sinirlioglu û şanda ligel wî kir. Sinirlioglu kêfxweşiya xwe bi serdana herêma Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku pêwîst bû ew berî demekê bihatiba, lê rewşa navxwe ya Tirkiyê serdana wî bi paşxist. Serokwezîr Barzanî serkeftina hilbijartinên Tirkiyê pîroz kir û di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera her du welatan de hate kirin.

Serokwezîr ligel wezîra derve ya Swêdê civiya

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja duşemiyê 02.11.2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Margot walstrom wezîra karê derve ya Swêdê û Peter Hultqvist wezîrê parastinê yê Swêdê û şandeya bi wan re kir.

Navê parlamenteran yek bi yek

Navê parlamenterên nû
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com