Serrûpel 2015 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2015

Barzanî bi yek gotinê: NA!

Li ser hevdîtina bi serokê PKK Abdullah Ocalan re, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê bersiva pirsa rojnamevanekî da û got: NA. Li gor bersiva Barzanî wî hevdîtin bi Ocalan re pêk neaniye.

FLAŞ- Hevdîtin di navbera Barzanî û Ocalan çêbû?

Di dema serdana xwe ya Tirkiyê de ku duh pêk hat, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serokomarê Tirrkiyê Erdogan, serokwezîrê wî welat Davutoglu û gelek rayedarên din yên bilind civiya. Hate idîakririn ku Barzanî ligel serokê PKK Abdullah Ocalan jî hevdîtin pêk aniye. Li gor hinek idîayên medyaya tirk, hevdîtina Ocalan, yan bi riya telefonê yan jî bi riya tele-konferans çêbûye. Rojnamevan Mahmut Bozarslan got ji ber vê yekê, hevserokê HDP Selahettin Demirtaş serdana xwe ji bo bajarê Silêmaniyê nîvçe qut kir û vegeriya Tirkiyê. Weke tê zanîn yek ji xalên sereke ku Barzanî li Tirkiyê gotûbêj dike, pêvajoya çareseriyê ye.

Barzanî ala Kurdistanê li Enqerê bilind kir (vîdyo)

Yekemîn care ala Kurdistanê di protokola dewletê ya Tirkiyê de li Enqerê bilind dibe. Di serdana xwe ya Enqerê de û hevdtîna xwe ya bi serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ala Kurdistanê bi xwe re bir protokola fermî û li kêleka ala Tirkiyê û Îraqê hate bilindkirin. Serdana serok Barzanî duh roja çarşemê (09.12.2015) ji bo Enqerê pêk hat.

Hevdîtinên Barzanî li Enqerê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ligel serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan civiya. Erdogan li Koşka Serokatiya ya Aksaray li Enqerê pêşwaziya serokê Herêma Kurdistanê kir. Li gorî zanyariyên Rûdawê, Barzanî derbarê dilgiraniya Bexdayê ligel Erdogan axiviye û biryar e di demeke nêzîk de diyalog navbera herdu aliyan destpê bike. Hevdem şerê navbera DAÎŞê û guhertinên navçeyê mijareke din a behskirinê bû, herwiha pêwendiyên bazirganî û pêvajoya aştiyê jî hatin gotûbêjkirin. Li gorî zanyariyan, îşev saet 21.00 bi dema Enqerê Barzanî ligel serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu civiya.

Asayîşa PYD li Efrînê 16 sivîl girtin

Li Efrînê Asayîşa PYD 16 kesên di warê saziyên sivîl de kar dikin girtin. Piraniya wan di Komeleya Buhar de kar dikin. Kesên hatine girtin ev in:

Serok Barzanî li Enqerê ye û hevîdtin: Saet 17.45

AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Enqerê, saet 17.45 ligel serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dicive. Hevdîtina her du serokan wê li ser pirsên siyasî, pêwendiyên di navbera her du welatan de û rewşa herêmê be. Serok Barzanî wê ligel serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî bicive.

Nêçîrvan Barzanî kufte û dolme dane wezîrê Alman

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya wezîrê derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeir îro li başûrê Kurdistanê bû û ligel serok Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya. Nêçîrvan Barzanî xwarineke kurdî ji bo Steinmeir pêşkêş kir, dolme, yaprax (pel) û kufte ji wezîrê almanî re pêşkêş kir... Xwarinên biyanî ji bo almanan gelekî xweş tên, ew her demê dixwazin tahmên cuda tecrube bikin.

Daiş mehane 40 mîlyon dolar ji petrolê qezenc dike

Daiş her meh 40 mîlyon dolar ji petrolê qezenc dike Weqfa siyaset û zanistê ya Almanya, di raporteke xwe de behsa çavkaniyên madî yên Daişê kir. Weqfa almanî di di raporta xwe de dibêje ku Daiş, tenê ji petrolê her meh 40 mîlyon dolarên emerîkî qezenc dike. Li gor raportê, tevî ku gelek çavkaniyên Daiş hatine rûxandin jî, lê heta niha dahateke bilind ya Daişê ji petrolê heye.

Barzanî banga Efrînê kir: Em bi we re ne

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê dorpêça li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da û bang ji civaka navdewletî kir.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com