Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Di êrîşeke ezmanî de hate kuştin

AVESTA KURD - Abû Saad Al Daxistanî, ku di nava DAIŞ de zarok li ser kuştina xelkê perwede dikirin, zarok fêr dikirin ka ewê çawa xelkê bikuştin yan jî xwe intîhar bikin, di êrîşeke ezmanî ya hêzên hevpeyman de li Kobanî hate kuştin.

Kê berê DAIŞ da Kurdan? (VÎDYO)

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ew dizane kê DAIŞ li dijî kurdan gij kiriye û kurd xistiye nav şerê DAIŞê.

Pêşmerge bi selametî gihiştin nava Kobanî

AVESTA KURD - 150 pêşmergeyên din ber bi Kobanî ve bi rêketin. Wê biçin cihê pêşmergeyên ku li Kobanî ne bigirin. Pêşmerge ji balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê biçin bakurê Kurdistanê Ruha, ji wir wê biçin Pirsûsê û ji Pirsûsê derbasî Kobanî bibin.

2 Serkirdeyên PDK-S ji kuştinê rizgar bûn

AVESTA KURD - PDK-S rêxistina Hesekê di daxuyaniyekê de ragihand ku, her du serkirdeyên wê, Beşar Emîn (Endamê Polîtbîro) û Ebdulrehman Abtan (Endamê komîteya navendî) ji aliyê asayîşa PYD ve li taxa Miftî rastî êrîşeke çekdarî hatin.

Barzanî serdana Almanya dike

Serokê Herêma Kurdistanê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo beşdarbûna di konferansekî de serdana Almanya dike.

Yaşar Kemal rakirin nexweşxaneyê

Romanivîsê Kurd Yaşar Kemal (91) bi lez rakirin nexweşaneya Fakulteya Tip ya Istanbolê. Ji ber êşa dil û kezebê ew rakirin nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya doktoran de ye.

Vîdyoklîp nû derket

Hunermenda Kurd, Dîlan Cafo kilîpek nû bi navê “Rojbaş Kobanê” belav kir.

Ocalan çekdanîna PKK tîne rojevê

AVESTA KURD - Hate ragihandin, ku di van rojan de, wê serokê PKK Abdullah Ocalan, nameyekê ji bo PKK bişîne, ji bo ku pirsa çekdanînê bîne rojevê.

Belgefîlma Welatê me Kurdistan e

Belgefîlma bi navê ‘Welatê me Kurdistane’ ku jiyana hosteyê bilûrê Egîdê Come vedibêje, piştî ku li, Amed û Wanê hat nîşan dan şûnde li Êlihê bi hezariyên xwe re hate cem hev.

Hayat Boumeddiene bi rihetî derbasî Tirkiyê dibe

Terorîsta bi navê Hayat Boumeddiene, ku destê wê di bûyerên Parîsê de hebû, bi rihetî ligel zilamekî derbasî Tirkiyê dibe û ji wir jî diçe Sûriyê nava DAIŞ.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com