Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Memikên wezîrê Frensa tevlîhev kirin – FOTO

Wezîra perwerdeyê ya Frensa ya ciwan Najat Vallaud-Belkacem (Nejat Belqasim) di civîneke parlamentoyê de, kincên ku li xwe kiribûn bala her kesî kişand. Memikên wezîrê ji jor ve xuya dibûn. Najat Vallaud-Belkacem 38 salî ye û li ser lîsteya Partiya Sosyalîst wezîr e, bi eslî xwe ji Mexrib e.

Xarziyê Ocalan intîhar kir

Kurê xuşka serokê PKK Abdullah Ocalan, Hüseyin Yıldırım yê 36 salî li Viyena kuştî hate dîtin. Ev 8 meh bûn ku ew wenda bû, piştî intîharkirî hate dîtin. Termê wî şandine Tiriyê. Xuşka wî Eynê Yildirim got ev 8 meh bûn ku xeber ji wî tune bû. Termê wî di depoyekê de dîtin.

Efrîn: Li dibistanên PYD çi çêdibin?! (VÎDYO)

Binêrin li dibistanên PYD çi çêdibin?! (VÎDYO)

Asayîşa PYD davêje ser mala û xelkê direvîne

Asayîşa PYD li Tirbe Sipî avête ser hinek mala û hinek berpirsên ENKS girtin. Kesên hatine girtin, Ebdulrehîm Elî, serokê xwecihî yê ENKS Kazim Xelîfe, Memo Ebdulhelîm, Medenî Necmedîn û ciwanekî bi navê Ehmed Sedûn û Hisên Seîd ji gundê Biyandûr, ew hemû girtin û birin Qamişlo.

Piştî 4 salan Hemîd Hec Derwêş vegeriya rojava

Sekreterê Partiya Demokrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hacî Derwêş, piştî nêzîkî 4 salan ji derketina derve, îro vegeriya rojavayê Kurdistanê.

PKK: Piştî rizgarkirina Şingalê emê vekişin

Roja 3ê Mijdarê dema destpêkirina operasyona Hêzên Pêşmerge bû bo girtina navçeya Şingalê, lê ew êriş pêk nehat û bo demeke nediyar hat paşxistin. Fermandarekî pilebilind ê Pêşmerge sedema derengketina wê operasyona Pêşmerge vedgerîne 2 sedemên sereke.

Asayîşa PYD 2 endamên TCK bi saetan îşkence dike

Asayîşa PYD li Dêrikê, 2 endamên Tevgera Ciwanên Kurd direvîne, wan dibe cihekî veşartî, nêzîkî 4 saetan wan îşkence dike, piştre davêje kolanan. Kesên ji aliyê PYD ve hatine girtin, Kawa Îsmaîl û Mehmûd Liyanî, ji internet kafê hatine revandin. Her du kesên revandî endamên emîndariya giştî ya ENKS bûn.

FLAŞ: PYD li Dêrikê êrîşî meşa ENKS kir (vidyo-foto)

Îro li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji aliyê ENKSê ve hat lidar xistin û alîgirên PYD êrîşî ser xwepêşanderan kirin. Bi mebesta şermezarkirina siyaset û çend biryarên vê dawiyê yên PYD û TEV-DEMê, îro li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji aliyê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ve hate lidarxistin, lê PYD jî hejmarek ji alîgirên xwe anî û êrîşî ser xwepêşanderan kirin, di encamê de şer derket û gelek kes ji aliyê Asayişa Dêrikê ve hatin girtin. Herwiha hejmareke alîgirên PYDê li bajarê Dêrikê baregeha ENKS dorpêç kirine. Ev xwepêşandan di demekê de tê ku berî çend rojan li bajarê Çilaxa jî xwepêşandanek li dijî siyaset û kiryarên PYDê ji aliyê endam û alîgirên ENKS ve hatibû lidar xistin.

“Eger li Dêrikê bama di destpêka meşê de bûm“

Siyasetmedarê kurd Akif Hesen derbarê xwepeşandanên duh li Çilaxeyê de got, Partiya Yekîiya Demokratîk (PYD) parçeyeke Kurdistanê ye û divê guhdarî xwepêşandaran bike.

Serokê ENKS bi konsolê Rûsya re civiya

Serokê ENKS Brahîm Biro û şanda ligel wî li Hewlêrê ligel konsolê Rûsya Valery Pospelov civiya. Di hevdîtinê de ENKS nêrîna xwe li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û çareserkirina krîza Sûriyê anî ziman. Her wiha lihevkirin li ser wê yekê çêbû ku di demeke nêzîk de hevdîtinek di navbera ENKS û wezareta derve ya Rûsya de, li ser asta bilind çêbibe.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com