Şerîfo Klîpeke nû derxist (Vîdyo)
Şerîfê Omer (Şerîfo) ku weke şahê Rapa Kurdî tê naskirin, klîpeke nû bi navê Tirşika Hîpopa Kurd derxist (Vîdyo)
“Destê PKK jî bi bûyerên başûr de heye“ (vîdyo)
Berpirsê Şaxa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li navçeya Kelar a Silêmaniyê Ekrem Germiyanî ragihand ku, alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava xwepêşanderan de hene û hewleke mezin bo tundûtîjiyê didin.
PDK: Newşîrwan Mistefa berpirsê tevlîheviyê ye
Daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di derbarê êrîşî ku hatine ser bargehên wê...
Dema derbasbûna pêşmergeyan diyar bû
Çavkaniyeke nêzîkî pêşmergeyên rojava ragihand ku, hemû amadekarî niha têne kirin ku di nava vê mehê de hêzeke mezin ji pêşmergeyan tevî çekên giran derbasî Sûriyê bibin.
Serokê Kurdistanê rewşê aram bikin!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê aloziyên îro li çend navçeyên parêzgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir.
Generalekî Îranî li Heleb hate kuştin
Generalê Îranî û fermandarê Sipaya pasdaran û avakerê spaya pasdaran li parêzgeha Sine، Hisên Hemedanî li sûryê hate kuştn.
Şandeke PYD çû Şamê
Rojnameya libnanî El Exbar ku nêzîkî hikûmeta Sûriyê ye, nivîsand ku şandeke bilind ya kurdî, ji PYD serdana Şamê kiriye, ji bo ku hêzên YPG bi artêşa Sûriyê re û di bin parastina ezmanî ya Rûsya de, şerê hêzên rêxistinên weke DAIŞ Cebhet El Nusta û hêzên din yên opozîsyonê bikin.
“Tirkiyê 1600 birîndarên PYD derman kir”
Parlamenterê AKP Galib Ensarî Oglu, got Tirkiyê 1.600 birîndar PYD yên ku li rojavayê Kurdistanê di şerê DAIŞ de birîndar bûbûn derman kirine. Her wiha 3 hezar û 200 kamyon xwarin weke alîkarî şandiye rojava.
Kurê siyasetvanê Kurd weke bavê xwe intîhar kir
Berî 3 salan siyasetvanê Kurd û yek ji avakarên partiya HADEP Cemal Kavak, li Nemsa intîhar kir. Piştî 3 salan jî kurê wî Rojhat Kavak (22) li Swîsere, li daristaneke Lozanê, xwe bi werîs xeniqad û intîhar kir.
Termê Rojhat jî, weke yê bavê wî birin Diyarbekirê.
Di nameyekê de ku li xwe hîşt, Rojhat dibêje, wî nikaribû li xurbetê weke tê xwestin ji welat û gelê xwe re xizmetê bike, êdî wî nikaribû bi vî awahî bijî.
Bavê wî Cemal Kavak roja 15.08.2012 li Nemsa li bajarê Insburg, intîhar kiribû.


































