Nûjînê lîstikvanê emerîkî yê mirî zindî kir (vîdyo)
Nûjîn Mistefa keçe 16 salî ye. Ji Kobanî ye. Ji zaroktiya xwe de felc e. Li ser kursiya nexweşiyê ye. Gelekî sempatîk e. Her demê dev li ken e.
“Bernameya ligel Mişk” ji bo zarokên Kurd bû kurdî
Dezgeha radyo û televîzyona almanî, kevintirîn programa zarokan, "Bernameya ligel Mişk" ji bo penaberên kurdî kir kurdî. Ji sala 1971 ve ev programa taybet ji bo "Bernameya ligel Mişk" zarokan heye.
“Ez bi 50 milyon Dolar ji Almanya vegeriyam” (foto)
Ev bû hefteyek meseleya zewaca Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî bi sermayedara kurd Çiraxan Refîq re, bi germî di tor û malperên civakî de tê behskirin.
Rusça Fransızca
Türkçe Dilinden Rusça Fransızca Osmanlıca Profesyonel Çeviri hizmeti Veren İnternet Siteleri
Fermandarî: Emerîka û başûrê Kurdistanê û YPG
AVESTA KURD - Jêdereke agahdar ji Avesta re diyar kir ku wê Pêşmergeyên Rojava yên ser bi ENKS ve, wê di bin navê Wezareta Pêşmergeyan de derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û wê fermandariyeke bilind ji hêzên Emerîka, Wezareta Pêşmerge û YPG were avakirin.
Hêzên ku derbas bibin ku wê fermandarekî bilind yê Emerîkî koordînasyona wan bike, wê armanca wan şerê li dijî DAIŞ û parastina herêmên kurdî be.
Li gor agahdariyan Tikriyê jî li ser vê projeyê OK kiriye.
Serok Barzanî pêşwaziya Bavê Alan kir
Serok Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwaziya bavê Alan Kurdî, Ebdullah Kurdî kir û jêre got her maleke Kurdistanê mala te ye.
Barzanî got, bûyera Alan bû sembola mezlûmiyeta gelê Kurd.
Roja 02.09.2015 Alan Kurdî tevî dayîka xwe û birayê xwe Xalib, di nava Deryaya Spî de dema ku ji Tirkiyê ber bi Yûnanistanê ve diçûn di belemekê de xeniqîn bûn.
“Emerîka dixwaze pêşmergeyên Rojava derbas bibin”
Serokê ENKS Brahîm Biro, got dinya dixwaze Pêşmergeyên Rojava derbas bibin û Emerîka li ser wê yekê bi awayekî cidî kar dike.
Biro got, heta niha tu grûpeke pêşmergeyan derbas nebûye rojavayê Kurdistanê, lê hemû alî li ser wê yekê kar dikin ku pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û gel û welatê xwe biparêzin.
Serokê ENKS diyar kir ku gotina PYD-YPG û TEV DEM hev nagirin he yek ji wan bi awayekî daxuyaniyan dide, dema ku li derve ne dibêjin ku wan li ser derbasbûna pêşmergeyan li hev kirine, dema ku diçin hundir welat bi rengekî din diaxifin û daxuyaniyan didin.
“Em nahêlin Pêşmergê Rojava derbas bibin“
Avesta Kurd - Serokê desteya berevaniyê li Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, di di hevpeyvîneke xwe de got, ew rê nadin pêşmerê rojava derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, ji ber ku ew hêzeke ne rewa ye û ti şerîyeta wê tune ye.
Sarûxan, got, ew itîrafê bi Pêşmergeyên Rojava nakin, û ew ne amade ne pirsa wan munaqeşe bikin, ew hêzeke ser bi PDK ve û vê dawiyê ENKS xwedî li wan derket.
Her wiha diyar kir ku tu têkiliya wan pêşmergan bi rojavayê Kurdistanê re tune ye, û her hêzeke derbasî rojavayê Kurdistanê de bibe divê bin fermandariya YPG de be.


































