Almanya êdî penaberan qebûl nake
AVESTA KURD - Wezîrê hundir yê Almanya Thomas de Maizière di civîneke rojnamevanî de behsa helwesta Almanya li hemberî penaberan dike û naveroka civîna wî wiha bû:
- Sekinandina çûn û hatina sefera trênan di navbera Almanya û Nemsa de, ji ber sedemê ewlekariyê.
- Pêşwazîkirina penaberan ne tenê wezîfeya Almanya ye, Almanya êdî nikare bi tenê wî barî rake.
- Hêzên eskerî û polîsên Almanya li ser sînorê di navbera Almanya û Nemsa de belav bûne, ji bo ku rê li be rwan penaberan bigirin ku têne Almanya.
- Wê penaber li ser welatên Ewropa werin belavkirin û divê penaber wê yekê qebûl bikin.
- Tu guhertin di peymana Dublin de çênebû ye.
- Divê hemû welatên Ewropa wekhev penaberan qebûl bikin.
- Almanya mecbûre sînorê xwe kontrol bike û nikare her demê vekirî bûhêle.
-
“Kirin nekirin Barzanî ji PKK re negot terorîst”
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî diyar kir ku hêzên navdewletî kirin û nekirin Barzanî ji PKKê re negot “terorîst”. Mîranî bang li HDPê jî kir, di nav hikûmeta nû ya Tirkiyê de cîh bigire.
Piştî 20 salan îro ew şehîd îlan kirin
Li ser rûpela xwe ya Facebookê siyasetvanê Kurd û berpirsê berê yê PKK li Ewropa Akif Hasan, nivîsand ku birayê wî Helîm ku di sala 1994 de tevlî refên gerîla bûbû, û ev 20 sal bûn xeber jê tune bû, îro berpirsên PKK li Dêrikê ji malbata wî re gotine ku şehîd ketiye.
Akif Hasan dibêje: De xwedê dilê dayîka mina reben û bavê min fireh bike. Ev 20 sal bûn çavên wan li Riya birê min bûn, li benda wî bûn.
Îro bendewariya wan bi dawî hat.
Bi pêşkêşkirina xwe bala dinyayê kişand ser xwe (foto)
Yanet Garcia, li Meksîka di televîzyona Las Noticias Televisa spîkera Keş û Hewa ye. Ew bi fîzîka xwe ya rêkûpêk û rûyê xwe bala hemû dinyayê dikişîne ser xwe û reytinkan dişkîne.
Bi jina xwe re şer kir û pozê wê qut kir û xwar
Zilamekî ji Çînê, piştî ku bi jina xwe re şer kir, pozê wê jêkir, bi jêkirina poz çênebû, piştre rabû pozê wê xwar. Şerê di navbera jin û mêr de li ser telefonê dest pê kir, dema ku zilam telefon kir û telefon derneket, bi jina xwe şer kir û encama wî şerî jî qutkirin û xwarina pozê jinê bû.
Hevseroka şaredariya Cizîrê ji kar hate avêtin
Li gorî agahiyan Hevseroka Şaredariya navçeya Cizirê Leyla Êmret ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji kar hat avêtin.
Qedexeya derketina kolanan li Cizîrê rabû
Parêzgariya Şirnexê ragehand ku wê li navçeya Cizîrê ”qedexeya derketina derve” roja Şemiyê an ku sube 12/09/2015 ji demjimêr 07:00’ê danê sibê ve bidawî bibe.
Polîsên Tirk êrîşî Osman Baydemir kirin
Parlamenterên HDP û hejmarek ji welatiyan xwestin derbasî Cizîra dorpêçkirî binin, lê polîsên Tirk rê li wan girtin û gotin nabe ew bikevin Cizîrê.
Di wêne de parlamenterê Kurd Osman Baydemir diyar dibe.
“Serê min here jî gavê paşde navêjim”
Parlamentera Kurd Leyla Zana, eşkere kir ku divê şerê di navbera Kurd û Tirkan de raweste û li cihê ku her roj xebera mirinê bibihîne, bila ew bimire, ji ber vê yekê jî eger şer raneweste ewê bikeve greva birçîbûna mirin.
Ozçelîk: Yên agir li Tirkiyê gur bikin wê têde bişewitin
Di du rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiyê navend û nûnertiyên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Kurdên li bajarên Tirkiyê niştecih bûne û hin dezgehên ragihandinê rûbirûyî nêzî 400 êrîşên grubên nijadperest hatin.


































