Wezîrê Ragihandina PYD li Cizîrê
Wezîrê Ragihandina PYD li Cizîrê, navê wî Ferhad Şamî ye, berê peyamnêrê Ronahî bû. Eger ragihandina Kantona CIzîrê di destê wî de be, hesab li cem we. A ji we re mêjiyê destelat û îdarekirinê li rojavayê Kurdistanê. Bifikirin sibe mudurê CNN yan jî BBC dibêje em dixwazin bi mudurê ragihandina we re, yan jî bi wezîrê ragihandina we re rûnin... Wê serokê Kantonê Himêdî Deham, Ferhad Şamî pêşkêş bike... Kurd qeşmeriyan bi xwe dikin. Mêrik bawer kiriye ku "Mudur e" dibêje ev 2 salin wan biryar daye ku Rûdawê rawestînin.
FLAŞ: Barzanî careke din bû serokê herêma Kurdistanê
Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê biryar da ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heta hilbijartina bê, bi tevahiya deshelatên xwe bimîne. Ev biryara me hem şêwirî û hem jî îlzamî ye. Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê got: Ev biryar piştî 20 vê mehê tê bicî kirin
2 zarokên din ji Hewlêrê birin Qendîlê
2 ciwanên Kurd, ji rojavayê Kurdistanê, ji herêma Cizîrê ne, yek ji wan ji gundê Qerxo ye, ser bi Girkê Legê ve, yên in jî ji gundê Hilwa ye, ser bi Qamişlo ve, tevî malbatên xwe li Hewlêrê weke penaber di kampa Kewir Goskê de diman.
Elî Qazî li Parlamentoyê kete Grevê
Kurê Qazî Mihemed Elî Qazî got ku heta pirsgirêkên navxweyî û krîza siyasî ya di navbera aliyên siyasî de çareser nebin, ew jiber deriyê parlemenê naçe.
Kantona Cizîrê li Silêmanî jî Rûdaw qedexe kir
Avesta kurd - Li Silêmanî, bi beşdarbûna rayedarên YNK, Kantona Cizîrê ofîsa xwe bi fermî vekir. Di merasîmê de berpirsên bilind yên YNK dûr û dirêj pesna kantonên rojavayê Kurdistanê dan, ku ji aliyê PYD ve hatine avakirin.
Di merasîmê de medyaya ser bi PKK, PYD, YNK û Gorran ve û hineên din weke AA, K24 beşdar bûn. Berpirsên Kantona Cizîrê, li Silêmanî, ku başûrê Kurdistanê jî qedexe kir ku Rûdaw beşdarî merasîmê bibe, televîzyonên din ku hatine qedexekirin, Kurdistan TV û Zagros bûn.
ENKS ji bo merasîma vekirên nehate dawetkirin.
Barzanî piştgiriya banga Kosret Resûl dike
Serokwîzrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje e hevpeymaniya wan a çendîn sal ligel YNK, erkekî mezintir dixe ser milê herdu aliyan bo avakirina tifaqî niştimanî li Kurdistanê.
Kîjan rojnamevanê başûr çû serdana Davutoglu?
Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu li Koşka Çankayayê, şanda rojnamegeran a ku ji Herêma Kurdistanê çşbşn, qebûl kir.
Asayîşa PYD vê carê li Efrînê êrîş kir
AVESTA KURD - Îro (14.08.2015) serê sibehê, bi bê tu sedema eşkere û ne bi biryara tu aliyekî qanûnî, Asayîşa PYD li Efrînê avête ser mala endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Ebdulrehman Apo û mal tevde kontrol kirin, dest danîn ser kompiyotera wî ya şexsî.
PDK-S ev kiryara asayîşê bi tundî şermezar kir û got bi vî awahî asayîşa PYD dixwaze cih li hevalên wan teng bike ji bo ku karê xwe nekin.
PDK-S şaxê Efrînê her wiha diyar kir ku bi vê yekê PYD nakeve xizmeta yekrêziya gelê Kurd.


































