Mislim: Pêwendiyeke birayane ligel Barzanî heye
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim got ku heger Ocalan azad bibe dê karîgeriya wî ji ya Nelson Mandella zêdetir bibe.
YPG bi kuştina 2 polîsên Tirk tê tewanbarkitin
Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir nûçeyê hin saziyên ragihandinê belav kirine û dibêjin ‘kesên ku herdû polîsên Tirk li Ceylanpinarê kuştine, ji Rojava derbasî Tirkiyê bûne’ derewand. Xelîl herwiha got ku tu têkiliya YPG`ê bi pevçûnên di nava Tirkiyê de tune ye.
Asayîş êdî nivîskar û rojnamevanan digire
Asayîşa PYD li Qamişlo peyamnêrê Kurdistan TV Bender Şirnexî girt. Her wiha nivîskar Hekîm Refê jî li Hesekê girt. Hekîm Refî mamostayê zimanê Kurdî bû, ew jî ji aliyê asayîşa PYD ve hatibû girtin. (foto: Bûyer Press)
Şanda ewlehiyê ya Îranê bi Serokwezîr re rûnişt
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li alîkarê Sekreterê Giştî yê Encumena Asayişa Millî ya Îranê Ehmed Emîrî û şanda pê re kir.
Hakimê Dubay çi dike? (foto)
Hakimê Dubay, Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm, di dema çêkirina xwarinê de sûretê xwe weşand. Di bin sûret de jî nivîsand, "Di dema geştekê de ligel hinek dostan, amadekirina xwarinê paqijiyê dixwaze"
Meşa ji bo Ocalan 1 tebaxê dest pê dike
1’ê Tebaxê bi sedan kes ji bo azadiya Ocalan wê bimeşin Gemlîkê
Jinek bi lêdanê birîndar kirin
Ji ber operasyonên ku artêşa Tirkiyê dibe ser bargehên PKK, beşek ji xelkê bakurê Kurdistanê, dikevin bin bandora propagandaya medyaya nêzîkî PKK û êrîşê dibin ser Kurdên başûrê Kurdistanê ku bi serdan diçin bakurê Kurdistanê.
Îro derdora saet 15.00 alîgirên PKK li devera Cizîrê û bajarokê Silopî li bakurê Kurdistanê bi kevir, dar û sîlehan êrîşî otomobîlên welatiyên başûrê Kurdistanê kirin, ew şikandin û jinek birîndar kirin.
Alîgirên PKK rê li ber xelkê sivîl digirin, ku hinek ji wan ji bo serdanê hinek ji bo doktoran û nexwşeiyên diçin bakurê Kurdistanê. Sûkayetî û tiştên xerab ji bo Kurdên başûrê Kurdistanê dibêjin.
“Pêşmerge û PDK alîkariya YPG kirin”
Salih Muslim dibêje ku hêzên pêşmerge û Partiya Demokrata Kurdistanê çek dane YPGê.
Peyameke nû di derbarê şerê PKK û Tirkiyê de da
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyerên vê dawiyê û pêşketinên di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKKê de helwesta xwe ya şexsî di peyamekê de ragihand û got ku ew ji derketina şer dilgiran e û da zanîn ku ne ew siyaseta Tirkiye diyar dikin û ne jî berpirsin ji siyaseta PKKê.
Asayîşa PYD ew bi zorê birin cihekî ne diyar
Serokê berê yê ENKS li Hesekê, Mehmûd Ocê, ji aliyê grûpekê ve, ku xwe weke Apocî dane naskirin, bi otomobleke reş revandin û birin cihekî ne diyar.


































