Xerîbiyê “Şerîfo” kuştiye (Vîdyo)
Repvanê navdarê kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) bi repvan Gohdar re klîbeke nû çêkir.
Serok Barzanî bi Şahê Siûdiyê re civiya – FOTO
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ji aliyê şahê Erebistanê Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz ve hat pêşwazîkirin û her du alî bi hev re civiyan.
Bayik: Eger Tirkiyê mudaxeleyî Cerablusê bike ewê jî…
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik dibêje, heger tirkiyê destêwerdanê li Cerablûsê bike, ewê jî şer li Tirkiyê zêde bikin.
Li gora Bayik, heger tirkiyê destê xwe dirêjî wê deverê bike, armanca wê kurdên li wir in û erka wan bixwe jî weke KCK parastina wan kurda ye. Wê demê ewê jî destêwerdanê bikin û şer li bakur zêde bikin.
Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de li gel BBC dibêje, ew li Sûriyê, ne alîgirê Emerîka û ne jî yê Rûsya ne, ew hêzeke sêyemîn in.
Hevserokê KCKê dide zanîn ku ew êdî guh nadin pêwendiyên taktîkî yên demkî, divê pêwendiyên stratejîk li gel wan bêne danîn û statûya kurdên rojava jî were naskirin.
Cemîl Bayik dibêje, kesek nikare weke berê sûdê ji şervanî û zîrekiya kurdan bibîne, armancên xwe yên aborî û eskerî bi riya wan pêk bîne û biçe, ji ber ku kurd ne kurdên berê ne, kurdan êdî çarenivîsa xwe xistine destê xwe.
Daxuyaniyeke taybet ji Brahîm Biro
Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKS Îbrahîm Biro daxuyaniyek di derbarê wan nûçeyan de belav kir, ku dibin sedema xerabkirina simeta malbata wî.
Îbrahîm Biro di daxuyaniyê de eşkere kir, ku ji ber helwêstên wî yên siyasî, ew hertim dihat tehdîd kirin û tometbar kirin, niha jî kesên nefis nizim, nefis biçûk, kampanya ji bo xerabkirina navê endamên malbata wî birêve dibin û dûrî hemû exlaq û pirnsîpan, derwan li ser endamên malbata wî belav dikin.
Biro di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand, ev karê qirêj wê bandorê li ser xebata wî neke û daxwaza lêborînê ji malbata xwe kir, ku ew bedela hewlêstên wî yên siyasî didin ..
Tu çi yî!?
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş, di rewrisma rakirina termê Tahir Elçî de axavtinek kir û di axavtina xwe de got: Qatilê Tahir Elçî ne dewlete, bê dewletbûne.
Hevpeyvînek ligel serokê ENKS Brahîm Biro (vîdyo)
Hevpeyvînek ligel serokê ENKS Brahîm Biro (vîdyo)
HDP ala Kurdistanê li ser cenazeyê Elçî qedexe kir
HDP ala Kurdistanê li ser cenazeyê Elçî qedexe kir
Şingal 2 û dalevêreyên dewleta tirk
Singal, wargeha êzdatîyê, bajarê qedîm ê Kurdistanê, piştê dagirkirineke penzdeh mehan hat rizgarkirin.
Hat rizgarkirin lê nûnerên tarîtîyê, dijminên şaristanîyê û barbarên çolê kevir...
Baroya Amedê: Em dizanin kê serokê me kuştiye
Baroya Amedê di derbarê kuştina Elçî de daxuyaniyek nivîskî belav kir û têde got ewê çawaniya kuştina serokê xwe bişopînin û di dema bê de wê agahiyên nû bi raya giştî re parve kin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, baroya Amedê da xuyakirin ku ew dizanin kê Tahir Elçî kuştiye û ev yek jî anî ziman ku heman kesên ku di destpêka salên 90î de dest bi kuştina rewşenbîrên kurd yên mîna Vedat Aydin kiribûn li pişta vê bûyerê ne ku ew kuştin heta niha jî di bin navê kuştinên failê wan ne diyar de hatine tomarkirin.


































